ÎSÎG: Di tîrmehê de herî kêm 169 karker mirin e

img
STENBOL - ÎSÎG’ê daxuyand ku di meha tîrmehê de 15 jê zarok herî kêm 169 karkeran jiyana xwe ji dest daye. 
 
Meclisa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), rapora derbarê cînayetên kar a meha tîrmehê eşkere kir. Di raporê de cih dane qadên kar ku karkeran lê jiyana xwe ji dest daye û gelek agahiyên karkerên jiyana xwe ji dest dane ji çapemeniyê girtine, agahiyên mayî jî bi rêya ji hevalên karkeran, malbat, sendika û pisporên ewlehiya kar girtine. Di raporê de hat destnîşankirin ku di meha tîrmehê de herî kêm 169 karkeran jiyana xwe ji dest daye û 15 karker jê zarok in. Di raporê de hat diyarkirin ku di 6 mehên salê de herî kêm 24 zarokên karker jiyana xwe ji dest dane û her wiha di van 6 mehan de 55 penaberên karker jî jiyana xwe ji dest dane.