Genel-Îş: Qeyûmê Êlihê dixwaze karkeran îxrac bike

img

ÊLIH - Hevseroka Genel-Îş'a Şaxa Êlihê Narîn Erol destnîşan kir ku Şaredariya Êlihê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin dixwaze 30 karkeran ji kar derxe û bi xala 35'an a li KHK'ê hatiye barkirin karker tên îxrackirin. 

 
Hat diyarkirin ku Şaredariya Êlihê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin dixwaze 6 jê karmend û 5 jê bi kadro 30 karkeran ji kar derxe. Bi îmzeya qeyûmê Şaredariya Êlihê Ekrem Canalp di 29'ê hezîranê de ji 30 kesî re teblîxat hat şandin. Di teblîxnameyê de behsa lêpirsînên derbarê her 30 kesan de hatiye kirin û heya 5'ê tîrmehê ji wan parastina bi nivîskî hatiye xwestin. 
 
Hevserokê Genel Îş'a girêdayî DÎSK'ê ya Şaxa Êlihê Narîn Erol anî ziman ku ji van xebatkaran hinek jê 29 sal in dixebitin û hindik maye teqawid bibin û ev lêprisînên hatine destpêkirin bahane ne. 
 
Erol diyar kir ku di piraniya van dozên ku qeyûm di teblîxatê de diyar kirine dadgehê di leha karkeran de biryar dane û got: "Gelek lêpirsîn jî bi neşopandinê bi dawî bûne. Hin jê tenê çûne midûriyeta polîsan îfade dane û sewqî dozgeriyê jî nehatine kirin. Lê ji bo van lêpirsînan parastin hatiye xwestin. Hin doz hene hîn didomin. Hevalekî me di sê dozên lê hatibûn vekirin bi ser ket. Hemû jî xwedî keda bi salan e." 
 
Erol da zanîn ku qeyûmê ku doza parastinê li li karkeran kiriye hewl dide 97 karkeran bigire û wiha axivî: "Bi qasî ku me bihîst piştî van her 30 karkeran dê doza parastinê li karkerên din jî bike. Li hemberî karkerên şaredariyê hin kes li korîdorên edliyeyê bênavber dixebitin. Ev kes agahiyên ku berhev dikin didin walîtiyê. Parastin formalîte ye, armanc wan ji kar derxin. Dixwazin wan bi xala 35'an a bi awayekî demborî li Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatiye barkirin îxrac bikin. Hindik maye dema vê xala demborî biqede. Heya dema wê biqede biq asî karibin dê kesên li gor dilê xwe têxin kar. Bi vî awayî dixwazin rêjeya xwe ya rayan zêde bikin an jî biparêzin." 
 
Erol ji bo vê bang li nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û dînamîkên bajêr kir ku li ber vê qirkirina karkeran a bi destê qeyûm rabin.