Li Amedê heqê rê hat bihakirin

img

AMED - Li Amedê piştî zemên bi ser hev li sotemeniyê hatin kirin, ji bihayê çûn û hatinê re jî zem hate kirin.

 
Piştî ku zemên bi ser hev li sotemeniyê hatin kirin, li Amedê ji çûn û hatina nava bajêr re jî zem hate kirin. Li gorî biryarên Serokatiya Daîreya Gihanî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (UKOME) girtine, zemên dawî di otobosên şaredariyê de bihayê bilêda tam bû 5 lîre, yên daxistî 4 lîre, yên xwendekaran jî weke 3 lîre hate diyarkirin.  Di dolmîşên xetê de jî bihayê xwendekar bû 3 lire 50 qurîş, bihayê tam jî bû 6 lîre 50 qurîş. 
 
Bihayê texsiyan jî ji bo serê kîlometreyê ji 6 lîreyan derket 9 lîreyan. Bihayê sarbûn û peyabûnê jî ji 15 lîreyan derket 23 lîreyan.