Firinvanan li Cizîrê bertek nîşanî zeman dan û çêkirina nan dan sekinandin

img
ŞIRNEX - Li Cizîrê 80 firneyên ku bertek nîşanî zeman dan û gotin; “An bila fiyetê ard bê erzankirin n jî bila fiyetê nan zêde bikin”, biryar dan ku çêkirina nan bidin sekinandin. 
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê 80 firinên girêdayî Odeya Firinvanan a Cizîrê bertek nîşanî bihabûna ard dan û bi daxwaza “bila bihayê nan were zêdekirin” biryar dan ku çêkirina nan bidin sekinandin. 
 
Firinvanan da zanîn ku 200 gramên nan bûye 2 TL û 50 qûrîş û ji ber zemên her roj tên çêkirin jî zirarê dikin. Firinvanên ku gotin “An bihayê ard kêm bikin an jî bila bihayê nan bê zêdekirin” bi şaredariyê re hevdîtin kirin lê belê hevdîtinên wan bêencam man. Li ser vê yekê jî biryar dan ku çêkirina nan bidin sekinandin. Piştî vê biryarê, firinvanan li pêşiya firinên xwe dest bi çalakiyê kirin. 
 
'BILA FIYETÊ ARD BÊ DAXISTIN’ 
 
Firinvanên ku di saetên serê sibehê de li pêşiya dikanên xwe kom bûn, diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk tên dê nan çênekin. Ji firinvanan Mahmût Meydan anî ziman ku 6 meh berê torbeyekî 50 kîlo yê ard bi 300 TL’an dikirîn lê belê niha fiyetê wê bûye 520 lîre û wiha got: “Heta mehek berê jî me tona daran bi 900 TL’an dikirî. Lê belê niha bi hezar û 500 lîreyan e. Her wiha me 30 kîloyên kapik bi 80 TL’an dikirî lê niha bûye 200 TL. Me torbeyekî xwê bi 15 TL’an dikirî lê niha bûye 55 TL. Hema hema her roj zem tê kirin. Di firneya min de 5 xebatkar hene. Ji ber vê rewşê êdî firin nikare bixebite. Her roj zem li tiştên din tên kirin lê fiyetê nan wekî xwe dimîne. Weke Odeya Firinvanan me ji bo fiyetê nan bi şaredariyê re hevdîtin kirin. Lê guh nedan me. Weke firinvanên Cizîr û Şirnexê me fiyetê nan weke 4 TL diyar kir. Lê şaredarî ne qebûl dike û ne jî rêyekî peyda dike. Lewma me jî biryar da ku çêkirina nan bidin sekiandin. Me nedixwest rê li ber rewşeke wiha vekin lê em neçar man.”
 
Meydan, bang li rayedaran kir ku di zûtirin demê de çareseriyekî peyda bikin.