Ji ber sendîkayî bûn gef li wan hat xwarin, ji kar hatin avêtin

img

ÊLIH - Hat derpêşkirin ku kardêran gefa kuştinê li 4 karkerên endamên sendîkayê yên li Taşkin Tekstîlê dixebitîn xwariye. Karker Mûstafa Çetîn, diyar kir ku li ser hewldana patronê wî yê kevin ji karê nû jî hatiye avêtin. Çetîn destnîşan kir ku nahêlin ew li Êlihê kar peyda bikin. 

Li Taşkin Tekstîla ku li Herêma Pîşesaziya Organîzeyê ya Êlihê ye, 4 karkerên bi hinceta endamên Sendîkaya Karkerên Tekstîlê yên Şoreşger (Dev-Tekstîl) in ji kar hatin avêtin. Ji ber sendîkayî bûn, kardêr bi ser karkeran çûye û ji wan xwestiye ji sendîkayê îstifa bikin. Hat îdiakirin ku karkeran birine odeyeke tarî, li wir gefa kuştinê li wan xwarine û bi zorê şîfreya wan a e-devletê ji wan hatiye stendin û wan ji endamtiya sendîkayê derxistine. 
 
‘LI ÊLIHÊ JI TE RE KAR MAR TUNE YE' 
 
Yek ji wan karkerên ji kar hatiye avêtin Mûstafa Çetîn, destnîşan kir ku paşê wî li Batman Trîkoyê dest bi kar kiriye, lê belê li ser hewldanên kardêrê Tekstîla Taşkinê ji vir jî hatiye derxistin û jê re hatiye gotin: "Li Êlihê ji te re kar mar tune ye."
 
Çetînê ku li navçeya Hezoyê rûdinê diyar kir ku piştî doza vegera ser kar û gefên lê hatine xwarin, ew ê serî li riyên huqûqî bide û got: "Dema ji kar hatim avêtin, min Batman Trîkoyê dest bi kar kir. Piştî ajovanê serwîsa Taşkin Tekstîlê hîn dibe ez li Batman Trîkoyê dixebitim, diçe ji Faysal Taşkin re dibêje û ji rayedarên fîrmayê re tê gotin ku ew ji ber xebatên sendîkayî ji kar hatiye derxistin û li vir jî ez ji kar derxistim." 
 
Çetîn diyar kir ku ew debara pênc kesan dike û got: "Min ji Taşkin Tekstîlê derxistin, bi ser de min ji karê din jî derxistin. Ji bo çi vê yekê dikin, ma zirar min gihaştiye kê? Li Êlihê şert û mercên xebata tekstîlê pir zehmet in. Gelek caran em rojê 12-13 saetan dixebitin. Li hin cihan meaşê kêmtirîn jî nayê dayîn. Di van şert û mercan de ez ji xwe re kar dibînim, lê Faysal Taşkin min ji kar derdixîne. Ji min re gotibûn 'Li Êlihê ji te re nan man tune ye.' Belê, bi rastî jî dest davêjin nanê min. Derûniya min xera bûye." 
 
Çetîn destnîşan kir ku ji 5 salan zêdetir ew li Taşkin Tekstîlê xebitiye û ji bo ew bi awayekî rêkûpêk sûdê ji mafên xwe yên civakî wergire bûye endamê Dev Tekstîlê. Çetîn bi lêv kir ku piştî bûye endamê sendîkayê çewisandin 2 qatan zêdetir bûne Çetîn got, ji ber li cihê kar wekî berdevk hatiye hil bijarin bêtir bi ser wî de hatine. Çetîn destnîşan kir ku piştî Faysal Taşkin hîn dibe ew bûne endamên sendîkayê, mudurê Unîteksê Ûgûr Onat û ewlekar girtine cem xwe û wî birine odeyeke tarî û gef lê xwarine. Çetîn got: "Bi zorê şîfreyên me yên e-devletê stendin û bi zorê xwestin em ji sendîkayê îstifa bikin. Li odeya tarî gotin 'Ger em bixwazin em ji vir cesedê we derxînin.'" Çetîn got paşê wî serî li riyên huqûqî daye û doza vegera kar vekiriye û ew doza nanê xwe dike. 
 
Rêveberê Şaxa Nûnertiya Çûkûrova ya Dev-Tekstîlê Ahmet Sûbaşi, destnîşan kir ku demeke dirêj e ku li ser endamên wan zext û zorî hene û ew ê li gel endamên xwe bin. 
 
Her wiha têkildarî îdiayan em bi telefonê li Faysal Taşkin jî geriyan. Taşkin got: "Ev îdia ne rast in. Min tu kesî ji ber ku sendîkayî ne ji kar dernexistine." 
 
MA / Metin Yoksu