Enflasyona Zexîreyan di Sibatê de ji kêm nebû

img

ENQERE - Li gorî daneyên Saziya Îstatîstan a Tirkiye (TUÎK) di meha sibatêde buhayê berxurî mehane ji sedî 0.73 û salane jî, ji sedî 10.26  zêde bû. Di buhayê hilberîneran de herî zêde zexîre û vexwarinên bê alkol ji sedî 2.24 zêde bû. Di buhayê berxuran de jî ceyran û xaza xwezayî ji sedî 21.10 zêde bûn. 

Saziya Îstatîstan a Tirkiye (TUÎK), daneyên buhayê berxwirî û hilberîna meha sibata 2018'an bi raya giştî re parve kir. Li gorî daneyan di sibatê de buhayê berxurî mehane ji sedî 0.73 û salane jî, ji sedî 10.26  zêde bû. Di buhayê hilberîneran de herî zêde zexîre û vexwarinên bê alkol ji sedî 2.24 zêde bû. Di buhayê berxuran de jî ceyran û xaza xwezayî ji sedî 21.10 zêde bûn. 
 
CEYRAN Û XAZA XWEZAYÎ JI SEDÎ 21 ZÊDE BÛ
 
Di meha sibatê de herî zêde ji sedî 21.10  buhayê ceyran û xaza xwezayî zêde bû. Ji sedî 7.57  petrol, ji sedî 5.71  buhayê berhemê xeratiyê û kîvarkan zêde bû.