KESK: Pêdiviya kedkaran ne şer aştî ye

img

ÎZMÎR – Platforma Şaxan a KESK'ê ya Îzmirê têkildarî OHAL û KHK’yan daxuyanî da û diyar kir ku pêdiviya kedkaran ne şer, aştî ye. 

 
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Îzmirê têkildarî OHAL û KHK’ê li ber avahiya Serokwezîrtiyê ya Naveya Konakê daxuyanî da. Gelek nûnerên rêxistinên sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn. Endamên KESK'ê pankarta “Em teslîmî îxrac, sirgûn û dûrxistinê nabin" vekirin û dowîzên “Bila OHAL rabe, KHK'yan paşve bikişînin" û “Ne OHAL demokrasî” rakirin. Dîsa bê navber dirûşmeyên “Dê KHK biçin em dê bi ser bikevin" û “Serkeftin dê ya kedkaran be" berz kirin. li ser navê platformê Berdevkê Platformê û Serokê 2'emîn Şaxa Egîtîm Sen'ê ya ÎZmirê Hasan Ali Kiliç daxuyanî da. 
 
Kiliç, anî ziman ku ji ber KHK yên bê hiqûq ên AKP'ê 547 rojin betal in û hemû keda wan û destkeftiyên wan hatine desteserkirin. Kiliç, anî ziman ku tevî hemû neheqî û bê hiqûqiyê li dijî şer di aştiyê de israr dikin û dê heta dawî ji bo mafê xwe yê ked û aştiyê têbikoşin."
 
Kiliç, ani ziman ku ji ber mafê kedkaran hat xwarin 50 kesan întihar kir û 130 hezar kedkaren cemaweriyê ji karên xwe hatin îxrackirin. Kiliç, ani ziman ku tene di 2017'an de 25 hezar karker mafê wan hat xwarin. 
 
Kılıç, da zanin ku ji ber OHAL'ê 14 fabrîqeyên şekir hatin arizîkirin û kriza aborî her ku diçe mezin dibe. Kiliç, herî dawî anî ziman ku hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên pêş dixe aştiyê armanc nake û dijberê vî yekê şer geştir dike û wiha got: "Em ji bo mafê keda xwe demokrasî, aştî, azadî û wekheviyê têkoşîna xwe berdewam bikin .