Şerê Efrînê bandor li tomerîfiroşan jî kir

img

AMED - Li Sîteya Tomerîfiroşan a Xureka Amedê, ji 500 tomerîfiroşan 150’î jê ji ber krîza aborî îflas kirin û deriyên xwe girtin. Tomerîfiroşan, diyar kirin ku berê nêzî 500 qemyonan ji bo neqliyetê serê sebi li vê derê amade dibûn, lê niha herî zêde 10 qemyon hene.

 Karê Sîteya Tomerîfiroşan a Xureka Navçeya Rezana Amedê, ber bi qedandinê ve diçe. Ji 500 tomerîfiroşên Sîteyê 150 jê hatin girtin. Dikandarên sîteyê, diyar kirin ku bi şerê Efrînê re karê wan pir xerab bûye û ji sedî 80’î dikandar deyndar bûne. Yek ji dikandarên sîteyê Yakup Ozkaya, diyar kir ku ji ber nikarin denyên xwe yên bankayê bidin îflas diki û wiha axivî: “Niha li her devera welat krîzeke veşartî heye.”
 
‘JI TONEKÊ DAKET 200 KÎLOYAN’
 
Abdullah Alanbay ê 30 salin di sîteyê de îmalata Şekirê Aqîde dike jî, diyar kir ku berê tonek şekir difirotin, lê niha  tenê 200 kîloyan encex dikarin bifiroşin û wiha axivî: “Şer karê me qedan. Her ku em dibêjin dê rewş baş bibe tiştek din derdikeve holê. Vê carê jî şerê Efrînê derket holê. Hemû maliyeta şer ji gel û dikandaran distînin. Berê nêzî 500 qemyonan ji bo neqliyetê serê sebi li vê derê amade dibûn, lê niha herî zêde 10 qemyon hene. Dewlet di her kêliyê de pesnê xwe dide, lê kar tuneye. Ger wisan dewam bike dê rewş xerabtir bibe” 
 
‘KAR TÊK ÇÛ EM DIÇIN BAJARÊN XWE’
 
Yakup Ozkaya yê 15 salin bazirganiya çayê dike jî, anî ziman ku AVM’ên di demên dawî de li bajêr vegûn dikandarên biçûk kirin zoriyê û wiha axivî: “Fabrîqeyên AVM’an li rojavayê Tirkiyeyêne. Berheman ji wir dikirin û li vê derê difiroşin. Ji ber vê yekê em zirar dikin. Rewşa sîteyê nebza herêmê diyar dike. Em li Srî Lankayê kîloya çay bi 9 lîreyan dikirin û di deriyê sînorê Tirkiyeyê de jî em 22 TL baceya wê didin. Ev bace ji berî gel tê derxistin. Bi taybtî piştî şer dewletê hîn zêdetir standina baceyan zêde kir. Her roj zem dikin. Ji sedî 60 zem hat kirin. Welatî li şûn çay bi 20 TL’an bikirin, bi 40 TL’an dikirin.”  
     
‘TOMERÎFIROŞ DIBIN DEYNAN DENE’
 
Talîp Mîkaîlogullarî yê Reklama Pergala Elumînyun û Bereyên Derve dike jî, da zanîn ku bi salane vî karî dike û wiha axivî: “Di vê sektorê de her ku diçe kar kêm dibe.  Niha hûn li kîjan deriye tomerîfiroşan bikin dê bêjin ji sedî ’80-90’ deyndarin. Bandora şerê Efrînê li ser me pir çêbû. Kes nizane em ji bo çi şer dikin. Hemû qezencên me ji bo tank û topan diçe. Ew jî di şer de bikar tînin. Tu caran gel nafikirin. Kes nafirek ku ev gel çi dike, çi dixwe û çawan debara xwe dike. Mirov ji ber xizaniyê serî li rêbazên nebaş û xerab didin. Em dikandar dixwazin ev şer bi dawî bibe. Em naxwazin zarok bên kuştin. Em dixwazin êdî azadî, wekhevî û aştî were vî welatî.”
 
MA / Esra Solîn Dal