'Nobeda Spî' didome

img
 
ENQERE –  "Nobeda Spî" ya ku TTB'ê ji bo başkirina şert û mercên xebatê yên kedkarên tenduristiyê û mafên wan ên sereke dabû destpêkirin, di roja 2'yan de didome. 
 
"Nobeda Spî" ya ku Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ji bo başkirina şert û mercên xebatê yên kedkarên tenduristiyê û mafên wan ên sereke dabû destpêkirin, di roja 2'yan de didome. Yekîtiya Bijîşkan a Bolû û Duzceyê, Odeya Bijîşkan a Êlihê û Odeya Bijîşkan a Manîsayê tevli çalakiya nobedê bûn. 
 
Di çalakiya nobedê de Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci axivî. Fîncanci got: "Em ji bo mafên xwe di nobedê de ne. Dê îro bijîşkên asîstan li hev kom bibin. Paşê jî dê gotûbêjek bi hunermend Ercan Kesal re bê çêkirin. Nobeda spî didome. Heya em mafên xwe wergirin dê têkoşîna me bidome." 
 
Di nobedê de bi sernavê "bijîşkên asîstan diaxivin" forûmek hat lidarxistin û paşê bi beşdarbûna Ercan Kesal gotûbêjek hat lidarxistin.