Platforma Tenduristiyê ya Amedê serdana 'Nobeda Edaletê ya Spî' kir

img
 
AMED- Platforma Tenduristiyê ya Amedê, li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî, serdana tenduristkarên di "Nobeda Edaletê ya Spî" de kir. 
 
Kedkarên tenduristiyê duh li hemberî tahdeya li hemberî tenduristkaran li nexweşxaneyan dest bi "Nobeda Edaletê ya Spî" kirin. Paltforma Tenduristiyê ya Amedê jî ji bo piştgiriyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî ya Amedê serdana tenduristkarên di nobedê de kir. 
 
Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, Seroka Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) a Şaxa Amedê Yildiz Ok Orak jî di nav de pêkhateyên platformê serdana "Nobeda Edaletê ya Spî" kirin. 
 
Tenduristkarên di nobedê de pêkhateyên platformê di warê plansaziya xwe ya çalakiyan de serwext kirin.