Li Şirnexê karkerên medenê dev ji kar berdan

img

ŞIRNEX - Li Şirnexê, 40 karkerên ku li kanên medenê dixebitin , ji ber ku mûçeyê wan nayê zemkirin dev ji kar berdan. 

Li Şirnexê, 40 karkerên ku li kanên medenê yên şîrkketên Bolunmez, Acar û Taşar dixebitin, ji ber ku mûçeyê nehat zemkirin dev ji kar berdan. Karkerên ku li qada şantiyeyê dev ji kar berdan, daxwaz kirin ku mûçeyê wan bê zemkirin. Li ser vê rayedaran, karkeran ji qada şandiyeyê derxistin. Karker derbasî stasyoneke petrolê ya nêzî şantiyeyê bûn û çalakiya xwe li vir didomînin. 
 
'DAXWAZÊN ME NEHATIN QEBÛLKIRIN'
 
Karkerên ku rexmî hewa sar jî çalakiya xwe didomînin ev tişt gotin: "Rayedarên şîrketê berî me dan û me jî ji ber vê dev ji kar berda. Em di bin şertên giran de hatin xebitandin. Me jî got, 'em vê van şertan qebûl nekin û heke mûçeyên me neyên zemkirin wê em ê dev ji kar berin'. Lê daxwazên me nehatin qebûlkirin. Me jî biryar da ku dest bi çalakiya dev ji kar berdanê bikin."