Endamên TUM BEL – SEN’ê di hedefa qeyûm de ne

img

AMED – Hevserokê Şaxa TUM BEL – SEN a Amedê Mehmet Candar da zanîn ku ji ber zext û îxracan hejmara endamên wan ji hezar û 480 kesan daketiye 456 kesan. Candar diyar kir ku sedema vê jî  qeyûm in û ew dê li dijî qeyûman têkoşîna xwe berdewam bikin. 

Qeyûmên ku di sala 2016’an de li şûna hevşaredarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatine tayînkirin, weke karê destpêkê gelek kes ji kar derxistin. Heman tişt di sala 2019’an de ji hêla qeyûmên ku li şûna hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatine tayînkirin ve hat kirin. Yek ji van bajarên ku li rastî vê neheqiya qeyûman hatî jî Amed e. Qeyûmên ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan hatine tayînkirin herî zêde jî endamên Sendîqeya Kedkarên Xizmeta Rêveberiya Xwecihî û Hemû Şaredariyan (TUM BEL – SEN) hedef girtin.
 
Di pêvajoya 6 salan de 440 endamên TUM BEL – SEN’ê ji kar hatin derxistin. Bi sedan endaman wan jî ji ber zexta rêveberiya qeyûm û sepanên mobbîngê neçar man ku  yan îstîfa bikin an jî bibin endamên Sendîqeya Xebatkarên Şaredarî û Îdareya Taybet (BEM BÎR – SEN). TUM BEL -SEN ku hejmara endamên wê ji hezar û 480 kesan daket 456 kesan, ji ber van sedeman li gelek şaredariyan êdî nekarî bibe sendîqeya diyarker. Zexta li ser endamên TUM BEL – SEN’ê hêj jî berdewam e. 
   
Têkildarî qewimînên dema qeyûman û pêvajoya piştre Hevserokê Şaxa TUM BEL – SEN a Amedê Mehmet Candar axivî. 
 
AMADEDKARIYA BERIYA QEYÛM 
 
Candar da zanîn ku beriya qeyûman, şaredariyan di mijara mafên reha, civakî û aborî de gelek peyman îmze kiribûn û wiha domand: “Sendîqeya me beriya qeyûman li hemû şaredariyan sendîqeya diyarker bû. Endamên me jî bi daxwaza xwe dibûn endam. Bi qeyûman vîna gel hat xespkirin. Beriya ku qeyûman bişînin şaredariyan, hemû endamên me yên ku dê li dijî qeyûm bisekiniyan, li ber xwe bidan û wî wek kesekî tayînkirî nîşan bidin ji kar hatin derxistin. Ji ber ku hevşaredarên me vîna gel bûn. Qeyûman amadekariyên xwe kiribûn. Lewma hemû hevalên me yên têkoşîna ked, demokrasî, dadwerî û aştiyê didan ji kar derxistin.” 
 
Di berdewamê de jî Candar diyar kir ku beriya qeyûman hejmara endamên wan hezar û 480’ê bû lê belê piştre ev hejmar daket bin 500 kesan. Candar axaftina xwe wiha domand: “Heta niha jî derheqê yek hevalên me yên hatine îxrackirin de lêpirsînek nehatiye destpêkirin. Li dadgehê derheqê gelemperiya hevalên me de biryara beraetê hat dayîn.” 
 
BI GEFAN HATIN ÎXRACKIRIN
 
Candar destnîşan kir ku ji bo bibin endamên BEM BÎR – SEN’ê li gelek endamên wan gef hatiye xwarin û wiha pê de çû: “Bi KHK’yên sala 2017’an ve êdî her roj kesên kedkar ji kar dihatin derxistin. Ji yên mayî re jî digotin; ‘An hûn ê bibin endamên sendîqeya me yan jî hûn dê tev li karwanê kesên ji kar hatine derxistin bibin.’ Dema me pirsa ‘Kê ev gotin dikirin? ' ji hevalan dikir jî ji me re digotin; ‘Sekretêre Giştî wisa gotiye.’ Lîsteya navan di destê wan de hebû. Bi gotinên wek ‘Ger tu nebî endam dê navê te xêz bikim’, ‘ji ewil em ê te ji kar dûr bixin û bi KHK’yeke din jî ji kar derxînin’ gef li van endamên me dixwarin. Hinek kes hebûn ku ji sendîqeya me îstîfa kirin û derbasî BEM BÎR – SEN’ê bûn lê tevî vê jî hatin îxrackirin. Lê kesek li wan xwedî derneket.” 
 
TIŞTÊN KU KESÊN JI KAR HATIN DERXISTIN JIYAYÎN
 
Di berdewamê de jî Candar got ku desthilatî dixwaze endamên wan neçarî birçîtiyê bike û ev tişt anî ziman: “Hevalên me yên ji kar hatine derxistin di rewşekî gelek xerab de ne. Wek KESK’ê em hewl didin bo van hevalan bibin alîkar lê bi têrî nake. Ji xwe her kes ji krîza aborî haydar e. Bi heqdestê piştevaniyê ve ev heval nikarin debara xwe bikin. Hinek heval hene ku hindik ma ye xwe bikujin. Rewşa malbatan nebaş e. Hinek heval kemoterapiyê dibînin û hinek heval jî nexweşên diyalîzê ne.” 
 
ENCAMEK JI HEWLDANÊN HIQÛQÎ DERNEKET 
 
Mehmet Candar bal kişand ser hewldanên wan ên hiqûqî û axaftina xwe wiha xelas kir: “Me encamek ji hewldanên hiqûqî negirt. Ji 6 hevalên bi KHK’ê hatine îxrackirin ji bo 2’yan biryara redê derket. Biryarên redê li îstînafê berdewam kirin ku ev jî berdewamiya polîtîkaya qeyûm e. Ji bo 10 hevalên me dîsa biryara redê dan. Lê derheqê van hevalan de lêpirsînek jî nîne. Kesên ji BEM BÎR – SEN’ê îstîfa kirîn û dîsa hatine cem me, li şaredariyan dîsa rastî zextan hatin. Rayeyên sendîqeyan ên di xala 35’emîn a KHK ya bi Hejmar 375’ê de radestî saziyan kirin. Ji xwe sazî jî qeyûm in. Hevalan ji kar dûr dixîne, piştre navên wan dişîne lijneya walîtiyê, ew jî dişînin wezareta karên hundir û herî dawî jî tên îxrackirin. Lê çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
MA / Ergîn Çaglar