Platforma Tenduristiyê ya Amedê plana xwe ya çalakiyan ragihand

img
AMED – Platforma Tenduristiyê ya Amedê bernameya xwe ya çalakiyan aşkera kir ku dê balê bikişînin ser tundiya li ser xebatkarên tenduristiyê û baş kirina mafên xwe yên reha. Li gorî bernameyê dê platform di navbera 26’ê Çileyê û 4’ê Sibatê de çalakiya nobedê û di 8’ê Sibatê de jî çalakiya grevê pêk bîne. 
 
Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo pêşîlêgirtina tundiya li dijî xebatkarên tenduristiyê û başkirina mafên reha, di navbera 26’ê Çileyê û 8’ê Sibatê de bi rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê re bi awayekî hemwext çalakiyan li dar bixe. Çalakî dê li her devera Tirkiyeyê bên kirin. 
 
Plana çalakiyan li avahiya Sendîqeya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Şaxa Amedê bi daxuyaniyekê hat ragihandin. Di daxuyaniyê de Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan axivî. Turan got ku kedkarên tenduristiyê li vî welatî nayên parastin lewma jî hem xemgîn û hem jî bihêrs e. Turan anî ziman ku sedema tundiya heyî polîtîkaya hikûmetê ye. Turan da zanîn ku ew li bendê ne ku hikûmet polîtîkaya parastina jin, kedkar û tenduristvanan têxin meriyetê û bi vê mebestê jî qurdeleyên reş bi berstûhên xwe ve kirine. 
 
Turan destnîşan kir ku ji 26’ê Çileyê û şûn ve dê di rojên ku Meclis vekirî de li pêşiya saziyên tenduristiyê yên bajêr çalakiya nobedê li dar bixin û di 8’ê Sibatê de jî bi hêza xwe ya kedê jî bikevin grevê. Turan banga xwedîderketinê li gel kir. 
 
Bernameya platformê wiha ye:
 
* Di 26’ê Çileyê roja Çarşemê saet di 12.30’an de dê li pêşiya polîklînîkên Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Amedê daxuyanî bê dayîn û heman rojê saet di 17.00’an de jî li Fakûlteya Tipê çalakiya nobedê bê kirin. 
 
* Di 27’ê Çileyê roja Pêncşemê de dê li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyûbî çalakiya nobedê bê kirin. 
 
* Di 28’ê Çileyê roja Înê de dê li Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan  a  Dagkapiyê çalakiya nobedê bê kirin.
 
* Di 31’ê Çileyê roja Duşemê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Dagkapiyê dê çalakiya nobedê bê kirin. 
 
* Di 1’ê Sibatê roja Sêşemê de dê li Nexweşxaneya Nexweşiyên Jinan, Welidîn û Nexweşiyên Zarokan çalakiya nobedê bê kirin. 
 
* Di 2’yê Sibatê roja Çarşemê saet di 12.30’an de li pêşiya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl dê daxuyanî bê dayîn û di heman rojê saet di 17.00’an de çalakiya nobedê bê kirin. 
 
* Di 8’ê Sibatê roja Sêşemê de jî li hemû saziyên tenduristiyê çalakiya grevê bê kirin.”