Berteka ji bo fatûreyan: Bi lepelep zem dibare!

img
RIHA - Rihayiyan nerazîbûnên xwe yên ji bo fatûreyên giran anîn ziman û destnîşan kirin ku piraniya budçeya malê diçe ji aftûreyan re û ji meaşê wan tiştek di dest wan de namîne.
 
Sala nû bi bihabûna heqê ceryan û gazê û berên sereke yên malê dest pê kir. Di 1'ê Çileya 2022'yan de gaz ji sedî 50 û ceryan jî ji sedî 125 hat bihakirin. Esnafên Taxa Bahçelîevler a navçeya navendî Halîliye ya Rihayê ji bo protestokirina fatûreyên ceryanê di 21'ê Çileyê de pankarta li ser "Me dişêlînin. Ji zilma TEDAŞ'ê re na" li kuçeyê daliqandin. Şêniyên heman taxê jî diyar kirin ku qezenca wan ji fatûreyan re diçe û êdî nikarin pêdiviyên xwe yên sereke jî bikirin. 
 
LEPELEP ZEM DIBARE
 
Mamoste Yakçin Can, anî ziman ku meaşên karmendan li ber zemên tên kirin her diçe bêtir dihele. Can, diyar kir ku berê ji meaşê wî dima û dida ser hev, lê niha bi zorê heqê kirê û fatûreyan dide ser hev. Can, destnîşan kir ku fatûreya ceryanê ya me Çile du qatê ya meha Kanûnê hatiye û got: "Eynî wekî berfê lepelepe zem dibare. Xaniyê min ê bikombî ye, lê em germ nabin. Em germ nabin, bi ser de em 500 TL heqê fatûreyê didin. Ez mamoste me û meaşê min têra min nake. Ji bêgavî em dev ji gele pêdiviyên xwe berdidin. Dê kurê min biçe zanîngehê, lê ez difikirim ez ê wî çawa bişînim." 
 
‘EM BI LIHÊFÊ DIGERIN'
 
Ahmet Bahadir Bîllûrcû jî got: "Fatûreya min a ceryanê zêde hatiye. Meha borî 100 TL bû, lê ya vê mehê 250 TL hat. Li malê hejmara ampûlan heman hejmar e, hejmara amûrên elektronîk heman amûr e, lê fatûre 150 TL zêde hat. Dawiya van zeman nayê. Me potik xistine bin deriyên malê, ji bo hundir germ bibe. Em li malê bi lihêfan digerin." 
 
‘BILA BÊN KUÇEYAN LI HALÊ GEL MÊZE BIKIN'
 
Mehmet Dîpçî, diyar kir ku zêdebûna fatûreyên ceryanê meaşê wî yê teqawidbûyînê dihelîne. Dîpçî, bilêv kir ku fatûreya wî ya meha Kanûna 2021'm 380 TL bûye, lê ya meha Çile 882 TL hatiye. Dîpçî, destnîşan kir ku hê meaşê xwe yê nû hatiye zêdekirin negirtiye û got: "Meaşê me kirin 2 hezra û 500 TL. Meaş zêde kirin, lê fatûreyên ceryanê meaş helandin. Meaşê teqawidbûnê yê herî kêm divê bi qasî meaşê kêmtirîn be. Divê meaşekî wiha bidin kesên etqawidbûyî ku ev kes muhatcî kesî nebin. Divê dev ji galgalên wekî 'Em firiyan diçin, Ewropa diheside' berdin. Bila îqtidar were kuçeyê li halê mirovan bibîne. Gotina 'XWedê li xêrê bigerîne' têr nake. Divê em jî hewl bidin." 
 
‘ÇARE ÇÛNE YÊN SER SERÊ ME NE'
 
Mehmet Çîftçî ku bi meaşêkêm dixebite, diyar kir ku hê meaşê xwe yê nû hatiye zêdekirin nestendiye û got: "Em ê di Sibatê de meaşê xwe yê nû wergirin. Hê me ew meaş nestendiye, lê bi fatûreyan heliya nema." Çîftçî, destnîşan kir ku fatûreya wî ya ecryanê ya meha Kanûnê 191 TL hatiye, lê ya meha Çile 257 TL hatiye. Çîftçî got: "Nêzî 20 roj in em bi şev roniyên malê ditefînin, di tarîtiyê de ne. Lê fatûreya nû ji ya berê zêdetir tê. FAtûreya gazê 545 TL hat. MEha borî 250 TL hatibû. vê mehê em qet germ nebûn. Dolar zêde bû, lê fiyet pir hindik kêm bûn. Wesayîta min heye, lê 10 roj in nikarim lê siwar bibim. Ez bi wesayîtên şaredariyê diçim kar û têm malê. Qaşo wesayîta min heye, lê nizam em di kîjan sedsalê de ne. Çare, çûna yên serê serê me ne." 
 
Mûstafa Sut jî got: "MEha borî fatûreya min 150 TL hatibû, lê vê mehê 350 TL hat. Em ji tirsa nikarin gaza xwezayî bi kar bînin.Daheteke me ya diyar tune ye. Du xwendekarên min hene. Ez ketime etra wan e zê wan çawa bidim xwendin." 
 
MA / Emrûllah Acar - Mujdat Can