‘Dibe ku aboriya Tirkiye hilweşe'

img

ENQERE - Berdevkê Komîsyona Aboriyê yê HDP'ê û Wekîlê Stenbolê Garo Paylan, aşkera kir ku Tirkiyeyê bi operasyona li dijî Efrînê re di warê aboriyê de bi rûxandinekê re rû bi rû ye.

Tirkiye û komên girêdayê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) 34 roj in êrîşê Efrînê dikin. Her roja ku derbas dibe fatûreya operasyonê ji bo Tirkiyeyê giran dibe. Bi operayona li dijî Efrînê re, lêçûnên ji bo parastin û ewlehiyê di meha Çileyê de 3 qat zêde bûn û derket 93 milyon û 564 hezar TL'yî. Li gorî encamên butçeya meha Çileyê ya Wezîrê Maliyê, di meha destpêkê ya salê de lêçûnên di butçeyê de hatine kirin sedî 19,4 zêde bû, di hateyên butçeyê de ketin heye. Bi vê re di meha Çileyê de lêçûnên butçeyê, dema bi heman meha sala çûyî re rûqalî hev bê kirin, ji 47,3 milar lîreyî derket 56,5 milyar lîreyan. Hateyên butçeyê yê heman deme ji 58,8 milyarî daket 58,2 milyar lîreyî. 
 
Berdevkê Komîsyona Aboriyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Wekîlê Stenbolê Garo Paylan, destnîşan kir ku bi taybetî piştî Tirkiyeyê operasyona li dijî Efrînê da destpêkirin, lêçûnên şer derketiye asta herî jor û ev tişt got: "Şerê li dijî Efrînê dê Tirkiye di warê aboriyê de bixe krîzekê. Ev ihtimal gelekî zêde ye."
 
'JI ÇETEYAN RE ÇEK DIÇIN'
 
Paylan diyar kir ku di navbera salên 2016-2017'an de li Tirkiyeyê lêçûnên ewlehiyê her ku çûn zêde bûn, bi taybetî piştî Tirkiyeyê li dijî Efrînê şer da destpêkirin, lêçûnên ewlehiyê gelekî zêde bûne û ev tişt anî ziman: "Lêçûnên ewlehiyê tenê bi tang û çekan re sînor nîne. Tevahiya lêçûnên pereyê veşarî (örtülü ödenek) di nava 2 salan de di şerê navxweyî yê Sûriyeyê, an jî ji bo piştgiriya komên cîhadî şandin. Ev pereyê veşarî bi piştgiriya Tirkiyeyê ji bo pêwîstiyên komên cîhadîst hat xerçkirin. Ji ber ku bi hezaran cîhadî yên li wir, meaşê ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, mehaneyên wan, çek û dermanên ku ji pereyê veşarî tê pêşwazîkirin. Ev jî dide nîşan di çend salan de rêjeyeke mezin çakanî di vî şerî de hat xerçkirin. Ji ber wê niha di butçeyê de pirsgirêkên cidî hene û deynê me gelekî zêde ye, ev jî di warê aboriyê de xetereyên gelekî mezin bi xwe re tîne."
 
‘BERDÊLA WÊ XIZAN DIDIN’
 
Paylan destnîşan kir ku Tirkiye bi krîzeke mezin re rû bi rû ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tirkiye welatekî ne xwedî çavkaniyên zêde ye. Aboriya Tikriyeyê hilberîna nirxan nake. Em welatekî bi deynan vebûna butçeyê digirin. Ev butçeya şer jî dê vebûna butçeyê gelekî zêde bike. Vebûna carî dê dexe cihê bilind û evê jî bibe sedema krîzek mezin. Dê maliyeta vê krîzê jî ji pişta xizanan derxin. Şerê ku dewlemend û muktedîr derdixin, berdêla wê gelê xizan ê Tirkiyeyê dide."
 
‘ÇAVKANIYA PEREYÊN VEŞARÎ GELÊN TIRKIYE YE'
 
Paylan herî dawî ev nirxandin kir: "Çavkaniya pereyê veşarî gelên Tirkiyeyê ye. Bacên ji gel tên girtin, di bin navê pereyê veşarî de didin komên cîhadî. Piştî di sala 2012'an de şerê li Sûriyeyê dest pê kir, hejmarên pereyê veşarî 10 qat, 20 qat, 30 qat û 50 qat zêde bû. Ev jî dide nîşan ku komên cîhadî yên li Sûriyeyê şer dikin, lêçûnên wan Tirkiye pêşwazî dike. Ji ber vî pereyê ku tê şandin, dê Tirkiye hêj zêdetir bikeve binê deynan."
 
MA / Selman Guzelyuz