Aborîzan Muftuoglû: Li dijî pergala şêlandinê avakirina pergaleke nû divê

img
WAN - Aborînas Ozgur Muftuoglû, diyar kir ku TÛÎK rêjeya enflasyonê rast aşkere nake û bi vî awayî ser şêlandinê digire. Muftuoglû, li dijî vê şêlandinê îşaret bi demokrasî û hiqûqê û avakirina pêvajoyeke nû kir. 
 
Biryara "faîza kêm, kûra zêde" ya AKP'ê enflasyonê kêm nekir, berevajî vê rêjeya enflasyonê ji ya 19 salên borî zêdetir bûye. Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TÛÎK), ragihand ku rêjeya enflasyonê ji sedî 36,08 e. Aborînas Ozgur Muftuoglû, rêjeyên ku TUÎK'ê aşkere kirine û polîtîkayên aboriyê yên îqtidarê nirxandin. 
 
TUÎKÊ ENFLASYONÊ VEŞART
 
Muftuoglû, sedema sereke ya zêdebûna enflasyonê wiha rave kir: "Xizanbûna gelê ku pereyê berkîa wî hatiye dizîn û helbet ên hîn bêtir zengîbûna kesên ev pere xistine bêrîka xwe." Muftuoglû, destnîşan kir ku gava mirov li rêjeya zêdekirina meaşê kedkaran û teqawidbûnan a di biniya enflasyonê re hat kirin mêze bike, ev yek zelaltir dibe. Muftuoglû, destnîşan kir ku enflasyona rast gelekî di ser ya ku TÛÎK'ê aşkere kiriey re ye. Muftuoglû, diyar kir ku TUÎK, enflasyona rast veşartiye û hewl dide ser wê bigire. 
 
BAWERÎ NEMAYE
 
Muftuoglû, destnîşan kir ku tenê ne bi TUÎK'ê, baweriya bi îqtidara siyasî re jî qet nemaye û got: "AKP'yî bi xwe jî bawerî bi vê rewşa aboriyê naynin. Divê mirov li hesabê kesên ku ji gel re dibêje 'dowîzên xwe xera bikin, TL bistînin' binere. Gelo pereyê wan di dowîzê de ye yan di TL'yê de ye yan jî ji zû de şandine derveyî welêt?" 
 
Muftuoglû, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ne aborî ne jî rêvebiriya heyî êdî nikare bimeşe û ji bo vê bal kişand ser polîtîkayên şaş ên îqtidarê. 
 
BERNAMEYEK ALTERNATÎF
 
Muftuoglû, destnîşan kir ku êdî AKP bi temamî ji civakê û rastiyêq ut bûye û got: "Dixwaze otorîteya xwe ya li ser civakê zêde bike û bi vî awayî îqtidara xwe bidomîne. Ev pêvajo, Tirkiyeyê ber bi cihekî hîn tarîtir ve dibe. Bidawîkirina vê yekê û avakirina pergaleke nû ya li ser asasên demokrasî û hiqûqê bivênevê ye. Lê kesên vê yekê bikin divê civakê qaneh bikin. Ji xeynî vê helbet divê li dijî pergala şêlanker a ku gel xizan kiriye, divê bernameyeke alternatîf deynin holê. Yan na ger AKP biçe jî dê pir tişt neguhere." 
 
Muftuoglû ku got "Ger hêrsa mirovan veneguhere têkoşînekê, dê ne hilbijartina pêşwext çêbibe ne jî îqtidar paş de gav bavêje" detsnîşan kir ku civak divê li dijş kesên ew xizan kirine li her derî doza mafên xwe bkie. Muftoglû got: "Divê mirov tenê hêviya xwe bi hilbijartinê ve girênede." 
 
MA / Dîndar Karataş