'Dolar difire, lê meaşên me weke xwe ne'

img
MÊRSÎN - Welatiyan anîn ziman ku ji ber bihabûna ji ber zêdebûna dowîzan çêdibe êdî nikarin debara xwe bikin û ji bo daxuyaniyên îqtidarê yên têkildarî aboriyê gotin: "Em bawer nakin, ji lew re tê serê me." 
 
Ji ber krîza aborî û fiyetên her roj biha dibin, welatî êdî nikarin debara xwe bikin. Li herêma Pozcû ya navçeya Yenîşehîr a Mêrsîê welatiyan destnîşan kir ku êdî nikarin debara xwe bikin. 
 
Ahmet Şensesê teqawidbûyî, diyar kir ku her diçe ji be rrewşa aborî hîn bêtir barê wan giran dibe. Şenses, anî ziman ku bi salan xebitiye û teqawid bûye, lê niha nikare biçe li kafeyekê rûnê. Şenses, destnîşan kir ku ji xwe re li kuçeyan li ser bankan rûdinê û got: "Nêzî vira AVM'yek heye. Berê dikaribûm biçim wir û rûniştama. Lê niha nikarim biçim." 
 
‘EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN'
 
Şermîn Bektaş jî got: "Di biniya 5 lîreyan re tu tişt tune ye. Em nikarin debara xwe bikin." Bektaş, ku di dest de çend kîsik ji bazarê vegeriyaye got: "Min nîv kîlo fasûle, kîloyek sêv kirî. Em li malê sê kes in. Em nikarin tiştên ku dilê me dibije wan bistînin." 
 
‘EM BAWER DIKIN, JI LEW RE TÊ SERÊ ME'
 
Gulderen Yerlîkaya jî anî ziman ku ji ber pandemiyê û krîza aborî nikarin biçin aşxaneyekê xwarinekê bixwin, lewma ji xwe re li ser bankan rûdinên û simîtan dixwin. Yerlîkaya, bilêv kir ku ji daxuyaniyên îqtidarê yên derbarê aboriyê de yeqîn nakin û got: "Em bawer nakin, ji lew tê serê me. 15 sal in teqawid bûme. Meaşê me pir hindik tê bihakirin. Heya dikarin bila bibêjin, lê em bi çavê serê xwe dibînin û tê serê me." 
 
‘DERFET HEBÛNA EZ Ê BIÇÛMA'
 
Dûygû Saydam jî got: "Mirov nikare li vî welatî bijî. Ger derfet hebe, dixwazim ji vî welatî biçim. Mirov naxwazin li vî welatî bixwînin. Her tişt biha bûye, pirtûk pir biha bûne. Gava min guh li daxuyaniya wezîr kir ku got 'Divê mirov wekî ciwan ji Tirkiyeyê direvin, li meseleyê mêze neke' bi min pir komîk hat." 
 
‘TEKANE ÇARE GUHERANDINA VÊ REJÎMÊ YE'
 
Celal Çalim jî destnîşan kir ku her diçe krîza aborî kûrtir dibe û got: "Dola rdifire, lê meaşê mirovan di cî de ye. Em heyr mane, nizanin çi bikin." Çalim bertek nîşanî daxuyaniya "Ewropa ji me diheside" da û got: "Helbet Ewropa ji me diheside. Em kayê ji Ewropayê dikirin. Goş, genim ji ku tê? Îja Ewropa ji me diheside. Kenê merivan tînin. Ê ku wiha dibêje, bila bi halê xwe bikene. Me Ewropa jî dîtiye. Ma li Ewropayê kesên tî û birçî hene? Em nikarin bi du lîreyan datliyekê jî bikirin. Em heqê xw ehelal nakin. Hêvîdar im rojek berî rojekê biçin. 65 salî me. Min tenê carekê raya xwe da wan. Xwezla destê min bişikiya, min raya xwe nedana wan. Tekane çareya me, guherandina vê rêvebiriyê ye." 
 
MA / Cemîl Ûgûr