Dema hinarên Zivzikê dest pê kir

img
SÊRT - Çinîna hinarên Zivzikê ku tameke wê ya bêhempa heye û navê xwe ji herêma ku lê hatiye çandin digire, dest pê kir. 
 
Dema çinîna hinarên Zivzikê ku navê xwe ji gundê Zivzik ê girêdayî navçeya Şêrwan a Sêrtê digire dest pê kir. Hinarên Zivzik, tameke xwe ya bêhempa heye, têr av e û bi mehan xirab nabe. Ev cureya hinarê, di erdên çal û xwar de şîn dibe. Hinarên Zivzik ên li Sêrtê hilberîna wan tê kirin, di mehên zivistanê de tên depokirin û dema ji depoyan tên derxistin jî tenê qaşilê wê hişk dibe.   
 
Welatiyên gundê Zivzik, diyar kirin ku ji ber Santrala Elektirêkê ya Hîdro (HES) a li ser Çemê Botanê û polîtîkayên şer ên li herêmê, îsal hilberîna dixwestin, bi dest nexistin.