‘Heya ev îqtidar neçe, aborî sererast nabe'

img

ÇEWLIG - Esnaf û welatiyên Çewligê ku krîza aborî bandorek mezin li wan kiriye, anîn ziman ku heya ev îqtidar neçe dê tu tişt sererast nebe.

  Wekî gelek esnaf û welatiyan, esnaf û welatiyên Çewligê jî nesîbê xwe ji krîza aborî girtine. Çewligiyan destnîşan kir ku tekane berpirsiyarê vê krîzê îqtidar e û heya ev îqtidar neçe dê aborî sererast nebe. 
 
FIYET DU QAT BIHA BÛNE
 
Esnafê 25 salan Cengîz Dogan, anî ziman ku gel perîşan bûye. Dogan, diyar kir ku her tişt du qat biha bûye û berên par bi sed lîreyî dihat kirîn, niha bûye 200 lîre. Dogan, destnîşan kir ku ji ber vê esnaf jî nikare kar bike û got: "Ji lew re mirov nikarin tiştekî bkirin. Jixwe rewşa aboriyê nebaş bû, lê bi pandemiyê re ji binî de çû." 
 
NIKARE LAZMATIYÊN ZAROKÊN XWE BIKIRE
 
Halîm Tan ku qehwexaneya wî heye, anî ziman ku malzemeyên li qehwexaneyê bi kar tîne, fiyetê wan du qat biha bûne. Tan, diyar kir ku nikare debaa xwe bike û nikare lazmatiyên zarokên xwe yên diçin dibistanê bikire. 
 
‘ÊDÎ BES E'
 
Siddik Çavreşoglû yê teqawidbûyî jî, destnîşan kir ku her roj zemek tê kirin û berên êvarî dikirin a din a rojê nikarin bi heman fiyetî bikirin û got: "Êdî bes e, ji tiştên we anîn serê gel. Bicehimin biçin. Heya hûn ji vî welatî neçin dê tim qeza û bela bên serê me. Êdî bes e, em îsyan dikin. Welatî birçî ne, birçî. Kesî nexapînin. Dibêjin kêf kêfa welatiyan e, lê hela bila dakevin nava gel bê kêf kêfa welatiyan e yan na?"
 
Atîk Korkûlûbaş jî ku bi salan e xeratiyê dike, diyar kir ku mesrefê wî ji dahata wî bêtir e. Korkûlûbaş, destnîşan kir ku di demên dawî de qet ka rnekiriye û got: "Ji ber kar tune ye, em ji dêvla karkera zarkên xwe didin xebitandin. Di demên dawî de, em bi zorê debara xwe dikin. Car heye hefteekê kar tune ye. Heger dikan bi kirê bûne, niha ji zû de min ew girtibû." 
 
‘NIKARIM DEBARA XWE BIKIM, BIRÇÎ ME'
 
Kekîman Bakir jî ku teqawid bûye, lê li kuçeyan pêlavan boyax dike, diyar kir ku meaşê wî hezar û 500 lîre ye û xaniyê tê de ye, bi kirê ye. Bakir got: "Keçek min li Stenbolê dixwîne, 5 meh in min tiştek jê re neşandiye. Perîşan bûme. Li vira bi heqê boyaxkirina 5 êlavan ancax dikarim xwarinê bixwim. Xaniyê min, ê bisobe ye û 4 meh in mn heqê kirê nedaye." 
 
Bakir, pereyê di berîka xwe de derxist û avêt erdê û got "Ma ez ê bi vî pereyî debara xwe bikim, ez birçî me, birçî" û got: "Têfikek xwarin bi 20 lîreyî ye, lê di berîka min de 10 lîre heye. Ma ez ê bi vî pereyî debara xwe bikim? Ez welatiyê vî welatî me, bila hemû cîhan dengê min bibihîse, ez birçî me. Xwediyê xênî dibêje, 'heqê kirêya xwe bide, yan na derkeve.' Ev çi welat e, ez naxwazim li vî welatî bijîm." 
 
MA / Cengîz Ozbasar