DÎSK-AR: Hejmara bêkaran 7 milyon û 855 hezar kes in

img
STENBOL - Di rapora ku DÎSK-AR'ê aşkera kir de hejmara bêkaran weke 7 milyon û 855 hezar hat aşkerakirin. 
 
Navenda Lêkolînê ya Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR), rapora xwe ya "Bêkarî û Îstihdamê" aşkera kir. Di raporê hat diyarkirin ku di navbera rêjeyên bêkariyê yên Saziya Statîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) û ÎŞKÛR'ê de ferqên mezin hene. Di raporê de hat diyarkirin ku hejmara bêkaran li gorî meha tebaxê ya sala borî ji sedî 22 zêde bûye û derketiye 7 milyon û 855 kesan. 
 
BÊKARIYA JINAN
 
Di raporê de daneyên bêkariya jinan jî hatin parvekirin û li gorî vê; bêkariyan jinan ji sedî 29,3 ye û ji 3 jinan yek jê bêkar e.