Yerlîkaya: 8 hezar dixtor îstîfa kirine

img

WAN - Endamê Konseya Navendî ya TTB Dr. Halîs Yerlîkaya diyar kir ku 8 hezar dixtoran îstîfa kiriye, derbasî nexweşxaneyên taybet bûne û ji ber vê li qada tenduristiyê rewşek tevlîhev qewimî. 

Serokên Odeyên Dixtoran ên Agirî, Êlih, Bedlîs, Amed, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex, Wan û Colemêrgê û endamên Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) li Wanê civiyan. Civîna dixtoran du roj dewam kir. Piştî civînê li otelek Wanê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. 
 
DAXWAZA XIZMETA BI ZIMANÊ KURDΠ
 
Serokê Odeya Tabîbên Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç diyar kir ku wan di pêvajoya pandemiyê de 18 meh li pey xwe hiştin û ji ber polîtîkayên cihêkar ên îqtidarê li bajarên Kurdistanê ew bi rewşên giran re rûbirû dimînin. Yavîç anî ziman k udi têkoşîna li hember koronayê de tişta herî baş ew e ku xelk xwe derzî bike û bang li xelkê kir ku bêyî ku gumana wan çêbibe derzî bibin. Yavîç bal kişand ser xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî û xwest di serî de bi zimanê kurdî û bi zimanên netewên din xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî were dayîn. Yavîç got ew wek bijîşkn dixwazin ku pirsgirêka kurd jî li tavilê bi rêbazên demokratîk were çareserkirin. 
 
‘REWŞEK TEVLÎHEV HEYE’ 
 
Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Halîs Yerlîkaya jî destnîşan kir ku li tevahiya Tirkiyê 8 hezar dixtoran ji nexweşxaneyên dewletê îstîfa kiriye û derbasî nexweşxane an jî saziyên taybet bûne. Yerlîkaya anî ziman ji ber ku li nexweşxaneyên dewletê dixtor kêm bûne rewşek tevlîhev diqewime û wê mehên pêşiya wan bêtir ev tevlîhevî derkeve holê.