Karkerên Mîgrosê 51 roj in di çalakiyê de ne

img
STENBOL - Çalakiya karkerên depoyê yên Mîgrosê, ku bi hinceta endamên sendîkayê ne, rayedaran destûra bêheq dabûn wan, di roja 51’emîn de didome.
 
Karkerên depoyê yên Mîgrosê, bi hinceta endamên sendîkayê ne, rayedaran destûra bêheq dabûn wan. Karkeran jî ji ber vê yekê dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakiya karkeran di roja 51’emîn de didome. Karker li pêş Miduriyeta Giştî ya Koma Anadolûyê ya li navçeya Umraniyê kom bûn û li deriyê miduriteyê pankarta “Dema karker birçî bin, ji Tuncay Ozîlhan re aramî nîne” daliqandin. Polîsan, karkerên ku xwestin li pêş pankartê kon vedin asteng kirin. Polîsan karker dorpêç kirin û dest danîn ser konê wan. Karkeran bertek nîşanî vê rewşê dan û wiha gotin: “Hûn çima me qet nafikirin? Her tim qanûnan danin pêşiya me û dibêjin ev qedexe ye ew qedexe ye? Ev qanûn ne ji bo me jî ne? Tenê ji bo patronan e?”
 
Sekinîna karkeran a li heremê dirdome.