Rewşa bazarê: Kes nikare tiştekî bikire

img

WAN - Kesên li bazarên gel danûstendinê dikin, anîn ziman ku ji ber krîza aborî an ji mesrefên metbaxê kêm dikin an jî ji yên kincan. 

Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê esên ku li bazara gel a nêzî Kolana Sihkeyê danûstendinê dikin, destnîşan kir ku ji ber krîza aborî êdî nikarin debara xwe bikin. 
 
Sabîha Çîçek anî ziman ku bi meaşê teqawidbûyînê debara xwe dike û ji bo tiştên erzan bi dest bixe dezge bi dezge digere. Çîçek, bilêv kir ku fiyet her roj biha dibin û got: "Em bi meaşên min î teqawidbûyînê debara xwe dikin. Xwedê kirî ku ne di xaniyê bi kirê de me. Heger di kirê de bûma, Xwedê zane bê ê halê me çi hal bûna. Hin kes hene, ev meaş jî bi dest wan nakeve. Fiyet her roj biha dibin. Her roj diçim gelek marketan. Ma ê mirov çi bixwin û çi vexwin. Em ji her tiştî kêm dikin. Hem ji metbexê hem jî ji kincan. Em nikarin biçin mexazeyan." 
 
Çîçek, bilêv kir ku ev yek esnafan jî mexdûr kiriye û got: "Ji bo esnaf karê xwe bikin, divê pere bi mirovan re hebe. Lê mixabin tune ye. Gere çareyek bê dîtin. Em kesên teqawidbûyî jî perîşan bûne. Keçek min betal e, li mal e. Neviyê min jî li cem min e. Ew jî betal e. Madem li Wanê kar tune ye, qene bila fabrîkeyan çêbikin." 
 
JI DEHAN YEKÎ DIKIRIN 
 
Nîhat Yokûş, anî ziman ku pereyê ku perê têra lazmatiyên 4 rojan dikir, niha têra lazmatiyên rojekê jî nake. Yokûş, bal kişand ser zemkirna fatûreyan jî û got: "Mehê hezar TL didim heqê fatûreyan. Serê sibê gava derketim, hevjîna min çend tişt xwestin. Min jî ji ber ku pere tune bûn, ji tiştên xwetin ancax ji dehan min akribû yekîb ikire. Ji zebze bigirin heya bi zexîre her tişt pir biha bûye. Kar tune ye. Em li kar digern, lê bi dest me nakeve. Par tenekya rûn bi 95 TL'yî bû, niha bûye 240 TL." 
 
FERQA GUNDÎ Û BAJARIYAN 
 
Almaz Taşkiran jî bilêv kir ku ji gund hatiye mala kurê xwe û got: "Rewşa me ya aborî qet neba e. 15 neviyên min hene. Em bi ehv re debara xwe dikin. Ez hatime mala kurê xwe. Min got, berî biçim ez zebze û fêkî bikirim. Lê her tişt biha bûye. Meriv nikare tiştekî jî bikire. Rewşa gund ji ya bajêr çêtir e. Li bajêr her tişt biha ye." 
 
‘HIN JI ME SERFETIHÊ JÎ NAKIN' 
 
Bazarvan Kemal Aşkan jî destnîşan kir ku piştî şewbê rewşa wan xirabtir bûye. Aşkan, bilêv kir ku 16 sal in vî karî dike û got: "Berê kar baş bû. Niha ji ber pandemiyê nemaye. Em şeveqê zû tên. Hin hevalên me hene, serfetihê jî nakin. Pereyê ku em qezenc dikin, em di eynî rojê de jî xerc dikin. tew roj heye pereyê bi dest me dikeve, têra wê rojê nake." 
 
MA / Bariş Donmez