Esnafên Wanê ewil xwestin deriyê sînor vekin

img
WAN -  Heyeta HDP'ê di çarçoveya kampanya "Destpêkê Edalet" û xebatên "Hevdîtinên Kar û Nan" de esnafên li Wanê ziyaret kir. Esnafên ku heyeta HDP'ê pêşwazî kirin xwestin ewil Deriyê Sînor ê Kapikoy bê vekirin. 
 
Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanya "Destpêkê Edalet" û xebata "Hevdîtinên Kar û Nan" de di roja duyemîn de ziyaretên esnafên li Wanê berdewam kir. Heyeta ku di navde rêveber û parlamenterên HDP'ê jî hebûn, ji 3 milan de esnaf û nûnerên rêxistinên civakî ziyaret kirin û li daxwaz û pirsgirêkên wan guhdar kir.  Di ziyaretan de Endama Ji Kedê Berpirsiyar a Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Şaziye Kose û parlamenterê HDP'ê esnafên navenda bajar ziyaret kir. Ewil esnafên Pasaja Japonê ziyaret kir. Piştre derbasî Pasaja Gel a Mezin ziyaret kir. Heyetê di ziyaretan de li esnafan guhdar kir û nîşe girtin. Esnafan bi ziyareta heyeta HDP'ê kêfxweşiya xwe anîn ziman bal kişandin ser hiqûq û demokrasiyê. 
 
Heyeta duyemîn ku Berpirsiyarê Komîsyona Aboriyê ya HDP'ê Garo Paylan, Berpirsiyarê Komîsyona Ekolojiyê Nacî Sonmez, Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê Menekşe Kizildere û wekila HDP'ê Muazzez Orhan, li Navçeya Erdîşê esnaf ziyaret kir. Heyetê li vir Bazara Sewalan û Odeya Esnaf û Ajokaran a Erdîşê ziyaret kir. Wekilê Serokê Odeya Esnafan Nevzat Çelik, anî ziman ku ji ber şewbê hêjmara rêwişan kêm bûye û wiha got: "Ji ber şewba vîrûsê gelek hevalên me yên ajokar mirin. Dîsa ji ber rêwişên zêde 3 heza û 750 TL cezayê pereyan li ajokaran hat birîn."
 
EM DEYN BI DEYNAN DE DIDIN
 
Rêvberê Odeyê Hamit Ergun jî anî ziman ku 45 salin ajokariya komyanan dike û wiha got: “4 mehin em kar dikin, lê tu qezenca me tune ye. Lastîkê kamyonê bi 4 hezar TL ye. Em deyn dikin û deynan didin."  
 
Heyete Odeya Berber û Kahvevanan jî ziyaret kir. Serokê Odeyê Muhittin Aydemîr, jî anî ziman ku hezar TL alîkarî têr nake û wiha got: "Îqtîdar her roj li salonên sporê kongreyan pêk tîne. Çawa dile ku li wir vîrûs belav nabe û li kahweyan vîrûs belav dibe. Em nikarin kîrayên xwe bidin." 
 
15 OTEL HATIN GIRTIN
 
Serokê Odeya Otelvanên Wanê Reşat Yeşîlagaç jî anî ziman ku Sînorê Îranê ji bo wan pir girîng e û wiha got: "Em dixwazin berî her tiştî deriyê sînor bê vekirin. Her roj otel tên girtin. Heta niha 15 otel hatin girtin. Eger wisa bidome dê 15 otelên din bên girtin. 
 
 
Heyetê herî dawî li navçeya Tuşba Herêma Pîşesaziya Organize (OSB) esnaf ziyaret kir û li pirsgirêkên wan guhdar kir. Di ziyaretan de heyetan nîşe girtin û anîn ziman ku dê şopdarê pirsgirêkan bin. Esnafan jî bal kişandin ser pirsgirêkan û xwestin berî her tiştî deriyê sînor bê vekirin.