Karkeran biryara xwe ya greve bi deriye şaredariyê ve kirin

img
STENBOL – Ji ber ku li Şaredariya Kartalê hevdîtinên TÎS’ê xitimîn, karkeran biryara grevê da û biryara xwe bi deriyê şaredariyê ve kirin.
 
Ji ber ku hevdîtinên Peymana Komkarî (TÎS) ya di navbera Şaredariya Kartalê û Şaxa Hejmara 1 Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî (Genel-Îş) ya Anatoliyê xitimîn, karkerên Şaredariya Kartalê biryara grevê dan. Karkerên ku li pêşiya şaredariyê hatin gel hev, beriya biryara xwe ya grevê pankarta “Bijî piştevaniya çînî” vekirin û dûrişmeya “Peymana mafê me ye grev çeka me ye” berz kirin û daxuyanî dan. 
 
Serokê Şaxa Hejmara 1 Genel-Îş’ê ya Anatoliyê Ahmet Arikan, diyar kir ku navenda giştî ya sendikaya wan bêyî karkeran bi şaredariyê re peyman îmze kiriye û ew ne ji bo meqam ji bo nanê xwe têdikoşin û bang li şaredariyê kir ku guh bide karkeran. 
 
Piştî daxuyaniyê karkeran biryara xwe ya grevê bi deriyê şaredariyê ve kirin û diyar kirin ku heke bi şaredariyê re li hev nekin wê di 4’ê adarê de derkevin grevê.