Karkera ku ji kar hat derxistin: Kod 29 polîtîkaya tecrîdê ye

img
ÎZMÎR- Karker Tîjda Kiliç ku bi Kod 29'an ji Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ji kar hat derxistin got: "Kod 29 û lêpirsînên ewleyiyê, polîtîkayeke tecrîdê ne." 
 
Walîtiya Îzmîrê derbarê 16 karkerên di ÎZENERJÎ û ÎZELMAN a Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê de dixebitîn, lêpirsîna ewleyiyê dabû destpêkirin. Her 16 karkerên endamên DÎSK'ê di 20'ê Cotmeha 2020'î de bi Koda 29 ji kar hatin derxistin. Karkeran di 18'ê Sibatê de li ber avahiya şaredariyê dest bi çalakiyê kirin û her wiha serî li Dadgeha Îdare û Karî ya Îzmîrê dan. 
 
Karker Tîjda Kiliç, anî ziman ku 8 mehan li şaredariyê xebitiye û di 20'ê Cotmeha 2020'an de ji kar hatiye derxistin. 
 
BIRYARA DADGEHA QANÛNA BINGEHÎN 
 
Kiliç, anî ziman ku piştî ji kar hatine derxistin 4 mehan li bendê mane ku rayedarên şaredariyê tiştekî ji wan re bibêjin û got: "Lê belê piştî ku me dît deng ji wan nayê, me jî dest bi berxwedanê kir. Em bi awayekî bêhiqûqî ji kar hatin derxistin. Me jî serî li rêyên hiqûqî da. Walîtiya Îzmîrê jî çalakiyên ku em tevli wan bûne û nasnameya polîtîk a malbata me wekî hincet nîşan da. Yanî nasnameya me ya polîtîk bû sedema ku em bên fîşkirin. Em, li vî welatî li dijî neheqiyê dengê xw ebilind dikin. Jixwe Dadgeha Qanûna Bingehîn û Şûraya Dewletê jî ji bo van biryaran gotin, bêhiqûqî ne." 
 
‘MAFÊ ME YÊ XEBATÊ TÊ ASTENGKIRIN' 
 
Kiliç, destnîşan kir ku Kod 29 û lêpirsîna ewleyiyê, polîtîkayeke tecrîdê ne. Kiliç, bilêv kir ku di dema pandemiyê de derxistina ji kar hatiye qedexekirin, lê belê kardêr karkeran bi Kod 29'ê ji kar derdixin û bi vî awayî karkeran ji jiyanê îzole dikin. 
 
8'Ê ADARÊ 
 
Kiliç, destnîşan kir ku ew karkerên jin ên ji kar hatine derxistin dê di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji bo mafên xwe dakevin qadan û got: "Em ê di 8'ê Adarê de gotina xwe ya dijî neheqiyê li qadan bînin ziman. Em xirabê baş naxwazin. Em jinên ku jiyanê bi xwe ava dikin, di warê aborî de bi neheqiyê re rû bi rû dimînin. Em ê li dijî cinayetan, li dijî tahde û cihêkaariyê dakevin qadan."