Ciwan derî bi derî li kar digerin

img

WAN - Ciwanên ku ji ber krîza aborî û betaliyê ji bo pêşerojê bifikar in, diyar kirin ku derî bi derî li kar digerin. 

Li Tirkiyeyê krîza aborî ligel debarê bandoreke mezin û nebaş li qadên karî kiriye. Ji ber vê her diçe hejmara betalan jî zêde dibe. Li gor daneyên TUÎK'ê yên meha Çileyê, rêjeya betaliyê 14.8 e, lê belê daneyên enfermî diyar dikin ku hejmara betaliyê ne ev qas e, hîn zêdetir e. 
 
Li Wanê ciwanên ku ji ber krîza aborî û betaliyê, ji bo pêşerojê fikar li wan peyda bûne, destnîşan kirin ku ji bo kar derî bi derî digerin. 
 
BI MEHAN E LI KAR DIGER E 
 
Îbrahîm Aktaş ku Beşa Tenduristiya Dev û Diranan kuta kiriye, diyar kir ku forma wî ya serlêdana kar di destan de ye û derî bi derî li kar digere. Aktaş, destnîşan kir ku tenduristkarekî betal e û got: "Kar bi dest min nakeve. Ji ber pandemiyê kar tune ye. Min serî li gelek deran da. Bi mehan e tu der nemaye ku min serî lê nedaye, lê hîn jî karek bi dest min neketiye." 
 
PÊŞEROJ Û FIKAR 
 
Mahmût Tûnçturk ku xwendekarê Beşa Ekonometriyê ye, anî ziman ku hindik maye zanîngehê kuta bike, lê belê ji niha de bifikar. Tûnçturk, diyar kir ku niha malbata wî alîkariya wî dike, lê belê tevî 6 hevalên xwe derî bi derî li kar digere. Tûnçturk got: "Ji niha ve li akr digerim. Li bendê me ku dibistan biqede. Lê gava biqede, nizanim ez ê çi bikim. Heger karek bi dest min nekeve, ez ê bazirganiyê bikim. Di jiyana karî de torpîl heye, lê di bazirganiyê de tune ye. Heger derfet çêbibin ez ê bazirganiyê bikim. Rêjeya betaliyê pir zêde bûye. Niha li cem min 6 hevalên min hene, lê hemû jî betal in. Me serî li gelek mexazeyan da. Salek e li kar digerim. Bûrsa min a dibistanê jî qediya. Dahatek min tune ye. Derbarê pêşerojê de fikarên min hene." 
 
DIVÊ QADÊN KAR BÊN AVAKIRIN  
 
Husnu Balci jî bal kişand ser rêjeya ciwanên betal û destnîşan kir ku divê qadên kar bêne avakirin. Balci, anî ziman ku li bajêr piraniya ciwanan bi meaşekî di biniya ê kêm de dixebitin. Balci, bilêv kir ku gava deriyê sînor vekirîbû derfeta karî jî hebû, lê niha ji ber betaliyê gelek ciwan nikarin heqê fatûreyên xwe yên teleofnê jî bidin û wiha axivî: "Min pir dixwest li welatekî xerîb bim. Heger hûn bêjin çima, ji lewra hem mafên mirovan tune ye hem jî kar. Dahatek me tune ye ku em pê debara xwe bikin. Em 10 rojan dixebitin, hê em nikarin heqê mesrefên malêd erxin." 
 
MA / Bariş Donmez