KESK’ê xwest kedkarên îxrackirî vegerin ser karê xwe

img
NAVENDA NÛÇEYAN – KESK’ê li Amed, Îzmîr, Mêrsîn, Hatay û Edeneyê çalakî li dar xist û xwest endamên wan ên bi KHK’iyan ji karê xwe bûne, vegerin ser karê xwe. 
 
Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi armanca daxwaza endamên wan ên bi Biryarnemeya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatine îxrackirin ku vegerin ser karên xwe li gelek bajaran daxuyanî da çapemeniyê. 
 
AMED
 
Platforma Şaxan ên KESK’ê ya Amedê li avahiya Egîtîm Senê daxuyanî da çapemeniyê û Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê Jimara 2’yan Zûhal Sezer daxuyanî da û destnîşan kir ku biryarên KHK’iyan li dijî yasayê ne û xwest endamên li karê xwe werin vegerandin. 
 
MÊRSÎN 
 
Platforma Şaxan ên KESK’ê ya Mêrsînê jî li ber avahiya Şaxa SES’ê ya Mêrsînê daxuyanî da çapemeniyê û endamê Platformê Mahmût Sumbul daxuyanî da û xwest endamên wan îxrac bûne li karên xwe werin vegerandin.
 
EDENE Û HATAY 
 
Platforma Şaxan ên KESK’ê yên Edene û Hatayê jî bi heman daxwazê daxuyanî dan û xwestin endamên wan li karê xwe werin vegerandin. 
 
ÎZMÎR 
 
Platforma Şaxan ên KESK’ê ya Îzmîrê jî li semta Kemeralti ya navçeya Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysûn Gezen û rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Berdevkê KESK’ê yê Demê Necîp Vardal daxuyanî da û daxwaz kir ku kedkarên ji karê xwe bûne dîsa vegerin ser karên xwe.