ÎSÎG’ê rapora meha çile eşkere kir: 199 karkeran jiyana xwe ji dest dane

img
STENBOL – Meclîsa ÎSÎG’ê rapora cînayetên kar a meha çile eşkere kir û li gorî raporê 199 karkeran jiyana xwe ji dest dane. 
 
Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora cînayetên kar a meha çile eşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku karker di pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de li şûna werin parastin lê tên xebitandin û bi yasayan bihayên herî kêm ji bo karkeran rewa tê dîtin û tenduristiya karker û ewlehiya kar girîng nayê dîtin. Di raporê de hat gotin karker adeta bi tevkujiyê re rûbirû dimînin. 
 
Li gorî rapora Meclîsa ÎSÎG’ê di meha çile de 199 karkeran ji ber cînayetên kar jiyana xwe ji dest dane û ji van 199 kesan 13 ji wan jin in û 186 kes jî zilam in. Di raporê de hat gotin zarokek karker jî jiyana xwe dest daye û ev cînayet li milê kar ê vegirtina qûnaxê de pêk ahtiye. Li gorî raporê 71 karker bi ser temenê 51 salî re bûne û 9 karkerên penaber jî canê xwe ji dest dane. 3 ji wan ji Somalî bûne, 2 ji wan ji Afgan bûne, yek ji wan Azerbaycanî bûye, yek ji wan Moldovayî bûye, yek ji wan Sûriyê bûye û yek jî ji Ukrayna bûye.