Pereyê ji bo daweta xwe kom kiriye dide kirê

img
WAN - Mîraç Îşleyen ê xwediyê kafeya ku ji ber bergiriyên pandemiyê sê mehin girtî ye, diyar kir  ku pereyê ji bo daweta xwe komkiriyê mecbûr maye ku bide kirê.
 
Ji ber bergiriyên di çarçoveya şewba vîrûsa koronayê (covîd-19) de hatine girtin, kargehên weke kafe, bar, restoran û loqenteyan ji 20’ê Mijdara 2020’an û vir ve tenê dikarin servîsa paketan bikin. Restoran û loqente bi paketên serwîsan qismî bixebitin jî, ev tişt ji bo kafeyan ne derbasdar e. Xwediyê kafeyên Wanê, ku kafeyên wan 3 meh in ji ber nikarin serwisa paketê bikin girtî ne, li benda çareseriyekê ne. 
 
JI BERÎKA XWE DIDIN
 
Mîraç Îşleyen, diyar kir ku li gel debara wî nîne jî bi mehane kirê dide û wiha got: “Bi pereyê ku min ji bo daweta xwe kom kiribû didim kirê û mesrefên xwe yên din. Ma vîrûs tenê li kafeyan heye? Çima gelek cih vekirine û em tenê girtî ne?” Îşleyen alîkariya hikumetê ya 750 lîre ya kirê rexne kir û wiha axivî: “Li gel vê dere kargeheke min din jî heye. Ez 3 hezar lîreyan didim wir jî. Li gel ku ez li malê rûdinim jî her meh bi komî 6 hezar lire didim kirê. Vî pereyê jî ji wan pereyên ku beriya niha komkirine didim. Ev pere, min ji bo nişana xwe kom kiribû.”
 
‘ALÎKARÎ ŞERT E’
 
Îşleyen, da zanîn ku gelek xebatkar jî bêkar mane û got ku xebatkar her roj dilê xwe bi xwe dişewîtinin. Îşleyen, anî ziman ku xwediyên kargehan û xebatkar li benda alîkariyê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “6-7 hevalên min yên kar, dixebitîn û li malbatên xwe dinêrîn. Ji ber bergiriyên pandemiyê hemû jî niha bêkar in. Di kolana me de 32 kafe hene. Di her kafeyekê de 6-7 kes dixebitîn. Rayedar dibêjin bi serwîsa paketê bixebitin. Ez ê li vir çawa serwîsa paketê bikim. Ez serwîsa çayê bidim kê? Em dixwazin demildest kafe bên vekirin. Me gelek zirar kir. Li gel ku kafeya min girtî jî bû min vê mehê 500 lîre fatûraya ceyranê da. Wiha biçe ez ê top biavêjim.”
 
‘EM XELAS BÛN’
 
Ûmût Gungoren jî diyar kir ku ji bo kirê bide, erd û heywanên xwe firotine û wiha axivî: “Em du hevkarên hev in. Her mehê nêzî 30 hezar lîre lêçûna me çêdibe û ji vî pereyi 7 hezar ji bo kirê diçe. Em kredî dikişinin. Em bi firotina erd û erebe li ser piya disekinin. Her meh bi firotina heywanan em kirê didin. Hema bêje her der vekirî ye. Lê tişta dibe li me esnafên biçûk tê. Em xelas bûn. Bi min re 12 xebatkar bêkar in.”
 
NIKARE LI MALA XWE BINÊRE
 
Zîlan Kiye ya bi salan e li kafeyan dixebite jî diyar kir ku mecbûre debara mala xwe bike lê nikare bike û wiha got: “Di demê pandemiyê de em hemû mexdûr bûn. Ne tenê em, malbatên me jî hene. Em mecburin debara mala xwe bikin. Nikarin pêwistiyên xwe pêşwazî bikin. Divê di vê pêvajoyê de alîkariya aborî bidin herkesê. Gelek kargehên weke eywanên dawetan û kûaforan vekirîne. Çima em tenê girtî ne? Tenê kafe vîrûsê belav dikin?”
 
MA / Bariş Donmez