Dolar cardin bû 8 TL

img
ENQERE – Guhertinên peywirên di aboriyê de û bilindbûna faîzê dolar daxistibû 7,51 TL, lê îro dolar cardin 8 TL'î derbas kir. Eûro jî gehişt 10,69 TL'iyan.
 
Desteya Polîtîayên Pere ya Bankaya Navendê, di 19'ê Mijdarê de civiya bû. Di civînê de faîzî ji sedî 10.25, heya ji sedî 15 hat vekişîn. Lê bandora vê yekê gelekê dewam nekir. Bi krîza aborî û tevliheviya polîtîkayên navxweyî re, dowîz ji nû de bi lêz bilind bû. 
 
Di heftiya derbasbûyî de dolar 7,63 TL bû. Îro di saetên serê sibê de, dolar cardin bilind bû û derket 8.02'yan. Eûro jî gehişt 10,69 TL'iyan.
 
Xirama zêr bû 464 û bihayê çaryekê jî bû 762 TL'an.