Beyazbûlût: TUÎK rastiya betaliyê vedişêre

img

STENBOL - Pispora Navenda Lêkolînê ya DÎSK'ê Denîz Beyazbûlût, diyar kir ku rêbazên pîvandinê yên TUÎK'ê tabloya rastîn a di warê pirsgirêka betaliyê de rast aşkere nake û got: "TUÎK, rastiyê vedişêre. Tabloya kanbax a di dema şewbê de vedişêre." 

 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên dawî yên derbarê betaliyê de parve kir. Daneyên TUÎK'ê yên heya meha Tebax 2020'an e. Di daneyên hatine parvekirin de hejmara betalan 4 milyon û 194 e. Lê belê Pispora Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên karkerên Şoreşger (DÎSK) Denîz Beyazbûlûtê, îstatîstîkên TUÎK'ê yên ku bi rêbazên beriya şewba Covîd-19'ê amade kirine ne rast in. 
 
Beyazbûlût, anî ziman ku TUÎK di rêjeyên betaliyê de yên dema şewbê de, metodolojiya beriya şewbê bi kar aniye û got: "Lê em metodolojiya Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî ya ji bo vê serdemê pêşniyar kirine bi kar tînin. Li gor vê di dema şewba Covîd-19'ê de hejmara betaliyê 2 milyon û 159 zêde bûye." 
 
Beyazbûlût, diyar kir ku di meha Tebaxa 2020'an de li gor tebaxa 2019'an betaliya tomarkirî 936 hezar zêde bûye û bi giştî betalî bûye 10 milyon û 513 hezar û got: "Wekî tê zanîn piştî şewbê destûra bêheq û xebata demkurt zêde bû. Ev kes jî divê betal bên hesibandin. Yanî tabloya rastîn bereksê ya TUÎK'ê tabloyeke pir wehîm e. Nexasim jî bi pandemiyê re, her diçe betalî zêde dibe û îstihdam kêm dibe." 
 
HERÎ ZÊDE BANDORÊ LI JINAN DIKE 
 
Beyazbûlût, destnîşan kir ku herî zêde jin bandorê ji pandemiyê digirin û got, di vê serdemê de ên herî zêde ji qada îstihdamê vekişiyane jin in. Beyazbûlût got, heger şewb wisa dewam bike dê bandoreke pir xirab li betalî û îstihdamê bikin. 
 
Beyazbûlût got: "TUÎK bi daneyan nalîze. Lê belê rêbaza beriya şewbê bi kar tîne û tabloya wehîm ya di dema şewbê de vedişêre."