Gaza xwezayî hat, xîzarkêşî jî mir

img

WAN - Haci Bozkûrt ku 20 sal in xîzarkêşiyê dike, diyar kir ku ji ber gaza xwezayî her diçe karê wan kêm dibe. 

Li Wanê Haci Bozkûrt, 20 sal in debara xwe bi xîzarkêşiyê dike. Bavê 7 zarokan Bozkûrt, piştî dinya sar bûye her roj sibehê zû berê xwe dide Sîteya Pîşesaziyê ya Berê ya navçeya Tûşbayê. Bozkûr, bilêv kir ku piştî bikaranîna gaza xwezayî zêde bûye karê wan jî kêm bûye. 
 
Bozkûrt, diyar kir ku nexweş e, lê ji mecbûrî dixebite û got: "Di sala 1995'an de ji Geverê hatim Wanê. Ji wê rojê heya niha xîzarkêşiyê dikim. Niha kar tune ye. Kes dengê me nabihîse." 
 
Bozkûrt, diyar kir ku rewşa hemû xîzarkêşan wekî ya wî ye û got: "Em li vê derê betal betal disekinin. Piştî gaza xwezayî hat, karê me jî nema. Bi hatina gaza xwezayî sobe jî neman. Karê me, berê karekî pir baş bû. Lê niha tu qîmeta wê nemaye." 
 
DAHAT KÊM BÛ, MESREF ZÊDE BÛ 
 
Bozkûrt, diyar kir ku mesref zêde bûne û ji ber vê bi zorê debara xwe dikin. Bozkûrt got: "7 zarokên min hene. Wekî din tu dahatek me tune ye. her tişt biha bûye. Berê me tona daran bi 100 TL'yî hûr dikir. Niha bi 50 TL'yî jî bi dest me nakeve. Ev motora di dest min de ji bo carekê bi 150 TL'yî benzînê dixwe. Fiyetê benzînê bûye 6-7 TL. Lîtreya rûnê makîney bûye 20 TL. Xeleka makîneyê bi 80 TL'yî bû, niha bûye 150 TL. Êdî nahêlin mirov xweşikî derkevin derve jî. Ji ber vê êdî karê me jî nema. Ma dê hezar TL'yê dewletê bi kêrî çi bê? Têra kincên zivistanê jî nake." 
 
Bozkûrt, diyar kir ku niha tam wextê karê wan e, lê ji sibehê heya êvarî li vê derê li benda kar disekinin û got: "Gaza xwezayî hat, xîzarkêşî jî mir."