'Rojê zêdeyî 50 hezar mirov bi şewbê dikevin'

img
MÊRSÎN - Hevserokê Şaxa SES'ê ya Mêrsînê Zekî Sinan Dogan, daxuyanî da û diyar kir ku li Tirkiyeyê rojê zêdeyî 50 hezar mirov bi şewba vîrûsê dikevein. 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Mêrsînê, têkildarî butçeya ji bo qada tenduristiyê hatiye diyarkirin daxuşanî dan. Sendîkayê li avahiya xwe daxuyanî da. Hevserokê Şaxa SES'ê ya Mêrsînê Zeki Sinan Dogan, daxuyanî da û anî ziman ku li Tirkiyeyê rojê zêdeyî 50 hezar mirov bi şewbê dikeve. Dogan, anî ziman ku rastiya vê şewbê ji gel tê veşartin û wiha got: "Tu aliyê zanistî yê civak di aliyê fêrbûna şewbê de tune û wiha got: "Di vê pêvajoya şewbê de rêveberiyên herêmî, sendîka, TTB, rêxistinên civakî u sivîl bê tesîr hatin hiştin. Tîsa partiyên siyasî bê tesîr hatin hiştin. Hemû nexweşxane û beşên venêrtina zêde tijî bûne."