KESK: Em li dijî pergala KHK’ê serî natewînin

img
AMED - Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê, bi minasebeta 5'emîn salvegera xala 677'an a KHK’ê ku bû sedema dûrxistina hezaran karmendên KESK'ê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ê tu carî li dijî pergala KHK'ê serî netewînin. 
 
Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê, bi minasibeta 5'emîn salvegera hêjmara 677'an a KHK'ê ku piştî OHAL hat îlankirin, li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên sendîkayan pankarta “Dê KHK biçin em ê li karê xwe vegerin" vekirin. Girsê li parkê bê navber dirûşmeyên  “Dê KHK biçin em ê bimînin" û "Îxracên KESK'î rûmeta me ne" berz kirin. Li ser navê sendikayan Endama Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tendurustî û Civakê (SES) Rozerin Çatak daxuyanî da. Çatak, anî ziman ku îqtîdara AKP'ê di 18 kalan de meclîs bê tesîr kiriye û wiha got: "Niha Daraz ne edaletê, bê edaletiyê belav dike. Îqtîdarê hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê ji bo xwe kiriye firsend. Piştî vê pêvajoyê OHAL Îlan kir. Bi OHAL'ê KHK derxistin. Nêzî 130 hezar kedkarên cemaweriyê hatin îxrackirin. Hemû kedkarên hatin îxrackirin hatin deqkirin."