Piştî derî hat girtin betalî jî zêde bû

img

AGIRÎ - Li Bazîdê ku ji ber şewba Covîd-19'ê deriyên sînor ji bo sivîlan hatine girtin, her diçe hejmara kesên betal zêde dibe. Welatiyan destnîşan kir ku ev yek ji ber kesên ku dewletê rê dibin pêk tê. 

Ji ber krîza aborî û şewba Covîd-19'ê deverên ku tesîreke neyînî girtine jî deverên nêzî sînoran e. Yek ji van deveran jî Bazîd a Agiriyê ye ku deriyekî sînor ê Îranê lê ye. Ji ber ku deriyê sînor ji bo sivîlan hatiye girtin di warê aborî de zehmtiyê dikişînin. 
 
BI MEHAN E BETAL E 
 
Bavê 2 zarokann şêniyê bajêr Yûsûf Başak anî ziman ku zarokên wî xwendekar in û got: "Nexasim jî li bajarên kurdan bi navê veberhênaniyê tune ye. Qada îstihdamê tune ye. Ez di qada înşeatê de hosteyê hesinkariyê me. LÊ ji ber ku kar tune ye, bi mehan e betal im." 
 
SEDEMA KRÎZÊ RÊVEBIRÊN DEWLETÊ NE 
 
Mehmet Selîmoglû ku li ser înşeatan dixebite, debara 7 kesî dike. Selîmoglû diyar kir ku 5 zarokên wî dixwînin û li malê tenê ew dixebite. Selîmoglû, bilêv kir ku ji ber vê di warê aborî de zehmetiyê dikişîne û got, niha karê înşeatê hema bibêje nemaye. Selîmoglû, destnîşan kir ku bi mehan e kar bi dest wî nakeve û got, welêt di warê aborî de hilweşiyaye. 
 
Mehmet gelgî got: "Gel perîşan bûye. Nikare debara xwe bike. Sedema vê rewşê jî rêvebirên dewletê ne. Nikarin vî welatî bi rê ve bibin. Heya ku ev rêvebir neguhere, dê rewş baş nebe. Mirov birçî ne. Ji ber vê êdî mirov dest bi diziyê dikin." 
 
ÇARE: GUHERANDINA ÎQTIDARÊ 
 
Îbrahîm Işik jî diyar kir ku berê li Agiriyê di xeta gaza xwezayî de dixebitî, lê belê ji kar hatiye derxistin. Işik, bilêv kir ku niha betal e û got, ji bo krîz biqede divê îqtidar biguhere. 
 
BANDORA DERIYÊ SÎNOR
 
Hanîfî Baydar jî anî ziman ku teqawid bûye û got, çavkanya debarê ya şêniyên bajêr deriyê gumrukê ye. Baydar, diyar kir ku ji ber ku derî hatiye girtin û ev yek bandoreke nebaş li bajêr kiriye û got: "Em mexdûr in. Mirov hemû betal betal digeri. Qehwexane tije bûne. Fabrîke tune ye. Kar tune ye. Zivistan tê, mirov nikarin nan bibin mala xwe." 
 
MA / Dîndar Karataş