Berxwedana karkerên Sînboyê: Karkerên sendîkayî tên cezakirin

img

STENBOL - Berxwedana karkerên Sînboyê di roja 4'an de ye. Karkerên Sînboyê ku ji ber endamên sendîkayê bûn ji bo wan destûra bêheq hat dayîn, diyar kirin ku heya heqê xwe bi dest nexin dê têkoşîna wan dewam bike. 

Di 11'ê Îlonê de fabrîkaya Sînboyê ji bo du mehan destûra bêheq dabû 6 karkeran. Piştî du mehan fabrîkeyê kaxez ji karkeran re şandiye û destûra wan a bêheq du mehên din jî taloq kiriye. Piştî vê karkeran di 18'ê Mijdarê de li ber fabrîkeyê "Konê Berxwedanê" veda. Karkeran, destnîşan kir ku ji ber endamên sendîkayê ne tên cezakirin û gotin, heya heqê xwe bi dest nexin dê têkoşîan wan dewam bike. 
 
TESTA 200 KARKERÎ POZÎTÎF DERKETIYE 
 
Endamê Sendîkaya Karkerên otomobîl û Metalê (TOMÎS) Dilbent Turker ku 3 sal in li fabrîkeyê dixebite, anî ziman ku fabrîkeyê gelek caran heqê wan dereng daye û got, ji ber vê li fabrîkeyê kar û barên sendîkayê bi rê ev birine. Turker got: "Me bi kar û barên sendîkayî gelek mafên xwe bi dest xistin. Di dema şewbê de fabrîkeyê pir test nedikirin. Em li ber vê rabûn. Mesela testa 200 karkerên Sînboyê pozîtîf derketiye. Karkerên temasa wan bi van kesan re çêbûye hîn jî dixebitin. Lê belê fabrîke ji bo qezenca xwe vê yekê esas nagire. Her wiha li fabrîkeyê mobbîng û ferzkirina performansê pir zêde ye. Ji ber em li ber van tiştan rabûn destûr abêheq dan me." 
 
LI BER FABRÎKEYÊ LI BER XWE DIDIN 
 
Turker, bilêv kir ku hinceta destûra bêheq ji rayedarên afbrîkeyê pirsîne, lê belê rayedaran ji wan re gotiye "Dewletê mafekî yekalî daye me, hûn îtiraz bikin jî em ê vê biryarê pêk bînin." Turker got: "Li dijî vê neheqiyê me hem di warê hiqûqî de hem jî bi awayî fiîlî dest bi têkoşînê kir. Ji lewra Sînbo endamên sendîkayê naxwaze. Dixwazin bi rê û rêbazên cuda karkerên sendîkayî ceza bike. Şewb ji xwe re kirine firsend. Heya em heqê xwe bi dest nexin em ê bitêkoşin." 
 
ŞERT Û MERCÊN KOLETIYÊ 
 
Endamê Desteya Rêvebir a TOMÎS'ê Onûr Eyîdogan ku li cem karkeran e anî ziman ku ji roja ku şewb dest pê kiriye heya niha li cem karkeran bûne û got, tê xwestin karker di şert û mercên koletiyê de bixebitin. Eyîdogan got: "Zextên li ser karkeran zêde dibin. Nexasim jî karkerên jin bêtir bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Carinan gava karker diçin lavaboyê, bi mobbînga hoste û şefan re rû bi rû dimînin." 
 
Eyîdogan bibîr xist ku di bin navê tevdîrên dijî şewbê de destûra bêheq didin karkeran û got: "Ma meriv ji bo vê sedê 6 karkeran ji kar derridxe? Madem wisa ye li fabrîkeya ku 350 kes lê dixebitîn, çima niha 500 kes lê dixebitin? Kesên nû girtin. Me jî fêm kir ku tenê karkerên endamêns endîkayê ji kar tên derxistin. Berê jî hevalên me ji kar derxistibûn."
 
Eyîdogan destnîşan kir ku ji bo careke din tiştekî wiha neqewie kon vedane û got: "Me jî li dijî dewleta sermayeyê û patronan konê berxwedanê veda." 
 
ÎQTIDAR LI CEM SERMAYEYÊ YE 
 
Eyîdogan bal kişand ser helwesta kardêran a li hemberî karkeran jî û got: "Îqtidara AKP-MHP'ê ji ber ku li cem sermayeyê ye, ev nediyarî didome. Sermaye, xwe dispêre qanûnên îqtidarê û hêzê ji wan digire û lewma destûra bêheq dide karkeran û karkeran ji kar derdixe." 
 
MA / Mehmet Aslan