Navê wê sîteya pîşesaziyê ye, lê ne ceryan, ne av, ne jî rê heye

img

RIHA – Li Sîteya Pîşesaziyê ya Evren a Rihayê, bi salan e di warê ceryan, av, rê û qenalîzasyonan de pirsgirêk hene û ji ber vê esnaf nikarin karê xwe bikin. 

Li navçeya Eyyûbiye ya Rihayê, hîn jî li Sîteya Pîşesaziyê ya Evrenê pirsgirêka rê, av, ceryan û qenalîzasyonan nehatiye helkirin. Ji ber vê bi salan e esanfên li sîteyê nikarin kar bikin. Esnafan xwest rojek berî rojekê ev mesele bê halkirin. 
 
NIKARIN HILBERÎNIN 
 
Mûstafa Çayir anî ziman ku 2 sal in li sîteyê ye, lê belê ji ber van pirsgirêkên navbirî mexdûr bûye. Çayir, diyar kir ku ji bo vê gelek caran serî li şaredarî û walîtiyê dane, lê belê her du cihan jî xwe li nebihsîtinê danîne û got: "Karê ku em di nîv saetekê de dikin niha ancax em di rojekê yan jî du rojan de dikin. Hemû kesên li kargehê ji ber ku malê tê li devereke dûrî dikanê tê valakirin, mecbûr wî malî dikişîne. Ji ber vê em nikarin karê xwe bikin. Gava baran dibare karê me zehmtir dibe. Me ev mesele ragihand CÎMER'ê jî. CÎMER jî ji şaredariyê re nivîsandiye, û şaredarî jî wekî ku mesele hel kiribe nîşan daye. Halbûkî her tişt li holê ye, tu mesele nehatiye helkirin. Şaredarî fena dike." 
 
Esnaf Abdûrrahman Çîçek jî anî ziman ku bi hinceta ku dê rê bên çêkirin rêyên heyî hemû hatine xerakirin û got, ev 3 sal in di vî halî de ne. Çîçek, diyar kir ku ceryan jî tim tê qutkirin û got: "Li ku hatiye dîtin ku li sîteyeke pîşesaziyê sê rojan av bê qutkirin. Em radigihînin dibêjin arîze heye, lê dibêjin navnîşaneke bi vî rengît une ye. Lê çima fatûre tên? Wexta dema fatûreyan tê, navnîşanê dibînin, lê dema mesele tê ser arîzeyê nabînin." 
 
MUXATABEK TUNE YE 
 
Esnaf Farûk Topçûoglû ku got "Kesek guh nade pirsgirêkên me. Kî tê ji bo bejewendiyên xwe tê" destnîşan kir ku ji bo çareserkirina van meseleyan muxatebekî nabînin. Topçûoglû got: "Piştî me îsrar kir ekîb hat, 5 deqeyan şixulî. Paşê çûn. Gundê me va li vê derê ye. Me got, va pîşesazî tê vê derê dê ji bo me baş be. Lê her tişt xirabtir bû." 
 
Esnaf Mehmet Ûgûrkok jî anî ziman ku sozên hatine dayîn yek jê jî pêk nehatiye û got: "Gotin heye, lê emel tune ye. Dipirsim, gelo gava qenalîzasyon de ber mala rayedarekî re derbas bibe, dê qebûl bike? Rê dibin gola heriyê. Em nikarin têkevin dikana xwe. Şaşiya ji ber îmarê pirsgsirêka şaredariyê ye, lê ên ezabê wê dikişînin em in." 
 
Esnafên pîşesaziyê xwestin rojek berî rojekê pirsgirêkên wan bên helkirin.