Ji ber krîzê êdî quşxane bi zorê dikelin

img

ÎZMÎR - Jinan kedkar ku bandoreke nebaş ji krîzê girtine, diyar kirin ku ji ber bihabûna fiyetan êdî li metbaxên wan quşxane bi zorê dikelin. 

Li semtên Kadîfekale, Eşrefpaşa û Çîmentepe yên navçeya Konak a Îzmîrê, jinan destnîşan kir ku ji ber krîza aborî û fiyetên ku her roj biha dibin êdî quşxaneyên wan bi zorê dikelin. 
 
Dayika 2 zarokan Rojîn Ataç ku li semta Çîmentepeyê dimîne, diyar kir ku hevjînê wê di tekstîlê de bi meaşê kêm dixebite. Ataç, bilêv kir ku ji ber krîz aborî tiştên xwe yên şexsî kêm kirine li mesrefê metbaxê zêde kirine û got, heftê rojekê 100 TL'yî ji bo metbaxê xerc dike. Ataç got: "Qaba hêkan a herî erzan jî bûye 21 TL. Ji bo mirovên berên herî girîng nan û av e. Niha fiyetê nan bi lîre û nîvê ye û em rojê 3 nanan dikirin. Ev jî mehê dike 135 TL. Fiyetê 5 lître av 4 TL ye û tu rojê yekê jî bikirî mehê dike 120 TL. Hevjînê min di tekstîlê de bi meaşê kêm dixeite. Vê mehê fatûreya avê 135 TL hat. A ceryanê 170 TL hat. Zivistan hat. Zarok biçûk. Ji bo serma nagirin mecbûrî em ê sobeya ceryanê pêxin. Di zivistanê de dê fatûre du qat zêde bên. Her wiha mesrefên din ên zarokan hene. Pakêta potikê zarokan bûye 50 TL. Mehê du pakêtan dikirim." 
 
Ataç, bilêv kir ku ên herî zêde bandorê ji krîza aborî digirin jinên kedkar in û got, heftê bi 100 TL'yî debara metbaxê dike û got: "Gava tu zêdeyî vî pereyî xerc bikî, meha dinê deyndar dibî. Ne dikarim li gor dilê xwe alvêrê bikim ne jş li gor dilê zarokên xwe. Mesela, goştê heywanan êdî ji bo me luksek e. Kîloya goş par bi 70 TL'yîbû. Lê nayê bîra min me kengî kiriye. Li malê quşxaneya me bi zorê dikele." 
 
‘SEDEME ŞER E' 
 
Nefîse Ateş (59) salî jî got: "Sedema krîza aborî ya welatê me şer e. Heger şer tunebûya, dê rewşa aboriya me ev qasî xirab nebûya. Ji lewra pere giş ji bo şer tê xerckirin. Tiştek bi zengînan nabe. Çi dibe bi me gelê xizan dibe. Hefteya borî min petat bi 2 TL û nîvan stand, vê hefteyê bûbûn 3 lîre. Ji ber vê em kêm dikirin. Kîloya penêr bûye 30 TL. Ez nîvî bikirim têr nake." 
 
‘GEL NE DI ETRA KESÎ DE YE' 
 
Asiye Ozdamar a 70 salî ku li semta Eşrefpaşayê dimîne jî anî ziman ku bi meaşê xwe yê extiyariyê bi zor û heft bela debara xwe dike. Ozdamar, diyar kir ku piştî pandemiyê kurê wê betal maye û got, ji ber vê mehê du caran diçe bazarê alvêrê dike. Ozdamar got: "50 TL'yî dibim bazarê. Ji lewra qaweta me ev e. Her tişt biha bûne. Şsal me ji xeynî tirî fêkî nekiriye. Heya niha min tu alîkariya dewletê nedîtiye. Kes nayê li halê min nairse. Du zarokên min hene, her yek jê li deverekê ne û birçî ne. Mezinên me tenê li zengînan difikirin. Gel ne di etra wan de ye." 
 
Sakîne Îpekşen (65) ku li semta Kadîfekaleyê dimîne û hevjînê wê par miriye, di odeyekê de dimîne. Îpekşen ku bi tena serê xwe dimîne got: "Xaniyê min odeyek tenê ye. Heqê kirêya wê 600 TL ye. Dewlet meaşê extiyariyê dide min, ew jî hezar TL ye. Fatûreya min a ceryanê 100 TL û a avê 80 TL tê. Nagihê serê mehê pere diqede, ji cîranan deyn dikim." 
 
MA / Esra Solîn Dal