'Wezareta Tenduristiyê dengê me nabihîze’

img
AMED – Platfroma Tenduristiyê ya Amedê dixtor Mûrat Esen ê ji ber Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da bibîr anî û diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê dengê wan naihîze.
 
Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo dixtor Mûrat Esen ê li ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest da li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê daxuyanî da. Kedkarên tenduristiyê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Em ne mirinê, jiyan û jiyandinê dixwazin” vekirin.
 
'WEZARETA TENDURISTIYÊ DENGÊ ME NABIHÎZE’
 
Sekretera Giştî ya Jinan a Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES) a Şaxa Amedê Gonul Adibellî diyar kir ku wan hevalek xwe din kedkarê tenduristiyê winda kiriye û got: “Em ji destpêka pêvajoya pandemiyê e têkildarî van pirsgirêkên em pê re rûbirû mane, bang li Wezareta Tenduristiyê dikin, lê dengê me nabihîze. Xebatkarên tenduristiyê êdî bêzar bûn e. Em ne mirinê jiyankirinê dixwazin. Em dixwazin dema xema xebata me were kinkirin. Di budçeya Wezareta Tenduristiyê de kedkarên tenduristiyê tune ne. Vê budçeyê li şûna kedkaran, ji rantê re tê veqetandin.”