Karkerên Sînboyê: Ji ber ku em endamên sendîkayê bûn destûra bêheq dan me

img

STENBOL - Karkerên Fabrîkeya Sînboyê, anîn ziman ku ji ber endamên sendîkayê ne destûra bêheq dane wan û gotin, a hatiye kirin cezakirin e. 

7 karkerên li Avcilar a Stenbolê li Fabrîkeya Sînboyê dixebitîn, rêvebirên fabrîkeyê di 14'ê Tîrmehê de bi hinceta pandemiyê heya dawiya meha Mijdarê destûra bêheq dabû wan. Karkeran, diyar kir ku li fabrîkeyê 500 kes dixebitin lê belê tenê 7 karker ji kar hatine derxistin û gotin, sedema vê j, ji ber ku endamên Sendîkaya TOMÎS'ê bûne. Karkeran, anî ziman ku piştî destûra bêheq dane wan, fabrîkeyê karkerên nû wergirtine. 
 
Karker Ersoy Guntemûr, anî ziman ku 4 salan li fabrîkeyê xebitiye û got, piştî pandemî dest pê kiriye destûr dane wî û got: "Rojê bi 39 TL'yan dixwazin me bitepisînin." 
 
ŞERT Û MERCÊN XIRAB 
 
Dîlbent Turker jî anî ziman ku 3 salan li fabrîkeyê xebitiye û got, li cihê kar mobbîng hebûye, meaşên wan dereng didann wan an jî giş bi hev re nedidan. Turker, diyar kir ku piştî pandemiyê pirsgirêk zêde bûne. Turker, bilêv kir ku ji bo şert û mercên kar baş bibin bûne endamê sendîkayê û got, li fabrîkeyê hilberîn zêde bûye lê belê rabûne 7 karker derxistine. 
 
Ferdî Çolak jî anî ziman ku 4 sal û nîv li fabrîkeyê xebitiye. Çolak jî anî ziman ku li fabrîkeyê hilberîn zêde bûye, lê belê rabûne destûr bêheq dane wan û got, lê belê bi vê re karkerine nû jî girtine kar. 
 
CEZAKIRIN 
 
Husne Kûralay jî anî ziman ku 3 sal û nîvan li fabrîkeyê xebitiye û got, bi gelek zor û zehmtiyan re rû bi rû maye. Kûralay, destûra bêheq dane wan û ji bo vê yekê got, ji ber endamên sendîkayê bûne hatine cezakirin. 
 
Karkerê Kardelen Çelîkê jî anî ziman ku 4 salan tehde li wan hatiye kirin û got, rêvebirên sendîkayê berê kesên endamên sendîkayê bûne tespît kirine û gef li wan xwarine. 
 
Tamer Yilmaz jî destnîşan kir ku li fabrîkeyê gelek caran li ber şert û mercên xirab ên xebatê rabûne, lê belê bi derxistina ji kar gef li wan hatiye xwarin. Her wiha Yilmaz ji bo derxistina ji kar jî got, ji ber ku endamên sendîkayê bûne xwestin wan bitepisînin. Yilmaz got: "Dixwazim bi awayekî mirovane bixebitim. Endamtiya sendîkayê ne tiştekî xirab e." 
 
‘EM BIBIN ENDAMÊ SENDÎKAYÊ' 
 
Nûnerê TOMÎS'ê Erol Balta jî diyar kir ku li Sînboyê bi hinceta fealiyetên sendîkayê ji kar hatine derxistin û got: "Niha jî heman tiştî dikin. Ji dêvla ku rasterast ji akr derxînin, destûra bêheq didin hevalên me. Ji bo pêşî li ber sendîkaya me bigirin vê yekê didin. Lê belê wê nikarin me asteng bikin." Balta, bang li karkeran kir ku bibin endamên sendîkayê. 
 
MA / Kadîr Guney