Ji bo bikin tehîn dest bi hişkirina kunciyan kirin

img

ŞIRNEX - Li bajaroka Dêrgulê dest bi çinîna kunciya hat kirin. Welatî ji bo tehînê kunciyên xwe hişk dikin. 

Li bajaroka Dêrgul a Şirnexê, kunciyên ku meha Gulanê hatin danîn, niha tên çinîn. Welatî ji bo berhevkirina kunciyan serê sibehê zû dest bi kar dikin û kunciyên diçînin hişk dikin. 
 
BAR LI SER MILÊ JINA YE 
 
Hatîce Ayan ku bi dasê kunciyan diçîne, anî ziman ku ji çandina kunciyan heya çinîna wan û hişkirina wan bar hemû li ser milê jina ye. 
 
Ayan, bi kunciyan behsa çêkirina tehînê kir û got: "Piştî em kunciyan diçînin, em wan datînin be rtavê ji bo hişk bibin. Piştî 20 rojan hişk dibin û dû re em wan dadiweşînin. Piştî vê em wan dineqînin, dixin nav avê û piştî nerm dibin em qalikê wan paqij dikin û wan spî dikin. Dû re em li aş wan dihêrin û dikin tihîn." 
 
Ayan, da zanîn ku li gor par fiyetê tihînê bihatir bûye û got, niha kîloya tihînê bi 80 TL'yî ye. 
 
Omer Ayan jî anî ziman 12 donim kuncî danîne û got, lê belê ji ber av kêm bûye tenê li nava 8 donima kuncî şîn hatiye. Ayan jî diyar kir ku fiyetên kunciyan heqê mesrefên xwe derdixe û got, heqê keda wan bi dest wan dikeve.