Li Amedê 800 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine

img
AMED – Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldîken di bîranîna ji bo xebatkarên tenduristiyê de axivî û got hejmara xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine ji 800 kesî bihûriye. 
 
Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo xebatkarê tenduristiyê Abdulhalîk Çîçek ê ji ber Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê çalakiya bîranînê li dar xist. Xebatkarên tenduristiyê û Seroka Rêxistina CHP’ê ya Amedê Gonul Ozel beşdarî bîranînê bûn. Ji bo xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. 
 
Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES) a Şaxa Amedê Şiyar Guldîken axivî û diyar kir ku gelek xebatkarê tenduristiyê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan. Guldîken da zanîn ku hejmara xebatkarên tenduristiyê yên bi vîrûsa koronayê ketine ji 800 kesî bihûriye û heta hezîranê ev hejmar 95 kes bûye û ji hezîranê vir ve ev hejmar 9 qat zêde bûye. Guldîken got pêwîste hikumet bi aliyan hemû re di têkoşîna bi vîrûsê re biryarek hevpar bigire.