Karkerên ji Kobanê bi zehmetiyan re rûbirû ne

img

MANÎSA – Karkerên çandiniya demsalî yên ji Kobanê diyar kirin ku ew di şertên zehmet de dixebitin û vîrûsa koronayê jî karê wan zehmettir kiriye. 

 
Penaberên ji ber şerê navxweyî yên li Sûriyê koçî bajarên Tirkiyê kirine di nava şertên zehmet de têkoşîna jiyana didin. Gelek penaber nikarin ji xwe re kar bibînin û gelek penaber jî wek karkerên demsalî yên çandiniyê dixebitin. Karkerên çandiniyê bi erzanî tên xebitandin. Jixwe zehmetiya kar û jiyana hejariyê wan şerpeze dike ev ne bes e vê carê jî karker tim û tim bi êrişên nijadperest re rûbirû dimînin. Di kon û malên kavilî de dijîn. Karker diyar dikin ku jixwe şertên wan ê kar zehmet bû niha jî vîrûsa koronayê hin bêtir şertê wan zehemttir kiriye û ew keda destê xwe ku heq dikin nastînin. 
 
Li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê gelek karkerên demaslî di nava karên çandiniyê de dixebitin. Karkerên ji Kobanê li vir dixebitin behsa zehmetiyên rûbirû mane kirin. 
 
BI ZEHMETIYÊN MEZIN RÛBIRÛ DIMÎNIN
 
Firyal Berkel (40) a di sala 2014’an de ji ber êrişên DAIŞ’ê bi ser Kobanê ve bi hevjînê xwe û 4 zarokên xwe re neçar ma koçî Rihayê bike. Berkel pişt re koçî Mêrsîn û Edeneyê dike û niha 3 meh in jî hatiye navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê. Berkel diyar kir ku 6 sal in ew  di nava jiyanek koçberiyê de ne û got: “Havîn û zivistanê em tev dixebitin. Heke em nexbitin em nikarin debara xwe bikin û nikarin zarokên xwe xwedî bikin. Em jin hem li zeviyan hem jî li malê dixebitin. Zehmetiya mezin em dikişînin.” 
 
Berkel anî ziman ku serê sibê zû heta êvarê ew bi bihayek erzan dixebitin û heqdestê wan têra wan nake. Berkel got ew li gel du zarokên xwe dixebite û karê porteqal, lîmon û hinaran dikin. Berkel da zanîn ku jiyana li Tirkiyê zehmet e û ew dixwazin vegerin ser axa xwe. 
 
DIXWAZIN VEGERIN SER AXA XWE 
 
Muhammed Berkel (43) ê ji Kobanê jî destnîşan kir ku ew ewilî li Pirsûsa Rihayê mane û pişt re jî neçar mane dest bi karkeriya çandiniyê bikin. Berkel got ew keda destê xwe nastînin û debara jiyanê zehmet e. Berkel anî ziman ku ew dixwazin demildest vegerin ser axa xwe. 
 
'EM NEXEBITIN EM Ê BIRÇÎ BIMÎNIN’ 
 
Fadil Berkel (47) ê ji Kobanê ku bavê 6 zarokan e jî destnîşan kir ku ew di nava şertên zehmet de dixebitin û got: “Em neçar in bixebitin. Em îro nexebitin, em sibê birçî dimînin. Em li konan dixebitin. Ji du rojê carek lepikek distînim û bihayê wan 10 lîre ye. Her tişt pir biha ye. Ev zehmetî ne bes bû korona jî bandorê li ser me dike.”