‘Bi lêgerîna madenê xwezayê tune dikin û dikin qada şer'

img
COLEMÊRG - Rayedarên hikûmetê li Colemêrgê dixwazin li 5 qadan, kanên madenê vekin û bikin qadên madenê. Siyasetmedaran bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku rayedar bi vê yekê hem xwezayê tune dikin û hem jî dixwazin herêmê bikin qada şer. 
 
Midûriyeta Giştî ya Karê Petrol û Madenê (MAGEP), li 5 herêmên Navenda Colemêrgê, Gever û Rûbarokê pêvajoya rûhsata lêgerîna madenê da destpêkirin. Rayedarên MAGEP'ê hewl didin li Golên Sat ê Cilo û Gundê Korganê yên Navçeya Geverê, li Çiyayê Govendê ya Rûbarokê û Newala Kotranisê û Zozanê Nebirnavê yê Navenda Colemêrgê qadên lêgerîna madenê ava bikin. Li dijî vê yekê bertek û nerazibûn zêde dibin. Siyasetmedarên Kurd bertek nîşanî vê yekê dan. Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Sait Dede, Hevserokê HDP'ê yê Geverê Abdulkerim Akdogan û Heşşaredarê Geverê Îrfan Sari bertekên xwe anîn ziman û xwest her kes li dijî vê yekê hestiyar û hişyar tev bigerin. 
 
'HEMÛ POLÎTÎKAYÊN AKPÊ LI SER RANT Û ŞER TÊ AVAKIRIN' 
 
Parlamenterê HDP'ê  Sait Dede, anî ziman ku hikûmet li gel 5 herêmên li Colemêrgê bi tevahiya welat li 766 herêman 892 hezar û 814 hektar zevî bi destê Wezareta Çavkaniyên Enerjî û Tabîî ji bo madenê destûr tê dayîn û wiha got: "Hemû polîtîkayên hikûmeta AKP'ê li ser şer û sermayeyê tê avakirin. Îqtîdar di qada aborî û siyasî de ketiye nava qeyraneke pir kûr. Bêtir polîtîkaya 'Ez dikarim bêtir kijan herêman talan û wêran bikim' pêş dixe. Li ser navê ewlehiyê rêyan çê dikin. Armanca sereke hemû qadê bikin qada şer. Armanca duyemîn erdnîgariya vir pêşkêşî sermayedarên hevkarên xwe bike. Dixazin mirovên vir birçî bihêlin. Gelê herêmê li dijî vê yekê bi bertek in. Dixwazin xwezayê tune bikin. Ji bo ev îhale û xebat bê belatkirin emê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Bi Biryarnameya Serokomariyê Golên Satê wekî herêma SÎT hatiye îlankirin. Lê niha bi destê xwe vê yekê binpê dikin. Zagonê xwe bi xwe binpê dikin. Divê hemû komele, rêxistin û saziyên xweza û ekolojiyê û muxalif li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Divê em destûr nedin vê yekê." 
 
'DERGÛŞA MIROVAHIYÊ TUNE DIKIN
 
Hevserokê HDP'ê yê Geverê Abdulkerim Akdogan jî anî ziman ku hemû zozan, deşt û geliyê bi bereket û qîmet talan û wêran dikin û pêşkêşî sermayedarên hevkarên xwe dikin. Akdogan, anî ziman ku hemû qadên jiyanê tune dikin û wiha got: "Mirovan ji gund û warên wan dikin. Wan mahkûmî bajaran û nava çar dîwaran dikin. Dixwazin xwezayê tune bikin. Golên Satê çawa tê zanîn bi çi tê nasîn? Rêveberê vî welatî çawa vê biryarê digirin? Ev der bihişta herêmê û dergûşa mirovahiyê ye. Mirov li vir di rojekê de çar demsalan bi hevre dijîn. Lê dixwazin bikin qada bazirganiyê." 
 
Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari jî anî ziman ku bi taybetî Herêma Sat a Çîlo cihekî bihişt e û vekirina qadên madên ji bo pêşerojê îxanet e. Sari, anî ziman ku dewlemendiya hezar salan bi zanebûn talan û wêran dikin û ev yek nayê qebûlkirin."