Bi hev re diçin her karî

img

COLEMÊRG –  Jinên koçer ên li Zozana Nebirnav a Colemêrgê, diyar kirin ku bi hev re her karî dikin û bi piştevaniyê hemû zehmetiyan derbas dikin. 

 
Koçerên ku ji ber mehên germ ên biharê ji Sêrt û Êlihê hatibûn Zozana Nebirnav a Colemêrgê, dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Koçer, piştî temamkirina amadekariyên xwe yên zivistanê plan dikin ku careke din vegerin bajarên ku di mehên biharê de jê hatibûn. Jinên koçer ku demeke dirêj li zozanan dimînin, hemû tiştên ku ji bo zivistanê amadekirin bi hev re çêdikin. Jinan, diyar kir ku zehmetiyên li zozanan bi piştevaniyê derbas dikin û gotin ku dotina miyan, pijandina nan û gelek karên din bi hev re dikin. 
 
HER KAR BI HEV RE TÊ KIRIN
 
Jı koçeran Esra Şengoz, diyar kir ku 5 malbat bi hev re li zozanan e û wiha got: “Em her roj ji bo malbatekê nan dipêjînin. Peywira hevîrkirinê ya min e. Koçer timik karê xwe bi piştevaniyê dikin. “ Mewlûde Şengoz jî da zanîn ku hem karê malê dikin û hem jî li sewalên xwe dinêrin û ev tişt anî ziman: “Ev jî gelek dema me digire û karê me giran dike. Bi taybetî di karên ku alîkarî pêwîste de em alîkariya hev dikin. Dema ku kesek ji me nexweş dikeve karê wê hemû kes bi hev re dikin. Dîsa dema ku mêvanen me jî tên em alîkariya hev dikin.”
 
ZOR E LÊ ŞERT E 
 
Şîrîn Şengoz ku piştî bidawîbûna dibistanê ji bo alîkariya malbata xwe hatiye zozanan jî bi lêv kir ku cara yekemîne hatiye zozanan û wiha got: “Min li vir karê ku li zozanan tê kirin hîn kir. Karê ku destpêkê li zozanan tê kirin dotina miyan e. Lê ji ber ku temenê min biçûk e vî karê mezinên me dikin. Ez jî li malê karê şîrê ku tê dikim. Di navberê de xwarinê jî çêdikim.”