‘Karker ji ber feraseta yekperest tên kuştin’

img

STENBOL – Genel-Îşê diyar kir ku êrişên li dijî karkeran ji ber “feraseta yekperest” a îqtîdarê pêk tên û got: “Roj roja deng derxistina li dijî cînayetên kar, êrişên nijadperest, kedxwarinê û bêedaletiyê ye.” 

 
Rêveber û endamên Şaxa Jimara 1’an a Sendîkaya Karkerên Xzimeta Giştî (Genel-Îş) a girêdayî Sednîkaya DÎSK’ê ya aliyê Andoliya Stenbolê ji bo balê bikişîne ser êrişên nijadperest ên li dijî karkerên kurd û cînayeta karkeran li Meydana Îskeleya Kadikoya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê Zuleyma Gulum û Mûsa Pîroglû beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Karkeran ji bo kerkerên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. 
 
‘JI BER YEKPERESTIYÊ ÊRIŞ PÊK TÊN’ 
 
Sekreterê Şaxa Genel-Îşê Cem Karasoy daxuyanî da û destnîşan kir ku beriya her tiştî mafê jiyanê yê karkeran tune t ê hesibandin. Karasoy diyar kir ku êrişên li dijî karkeran ji ber “feraset û polîtîkaya yekperest” a îqtîdarê pêk tên û got: “Roj roja deng derxistina li dijî cînayetên kar, êrişên nijadperest, kedxwarinê û bêedaletiyê ye.” 
 
Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû jîş axivî û diyar kir cînayeta karkeran derketiya asta herî jor û îqtîdar di pêvajoyek ku alîgirên xwe dewlemend dike bi milyonan însan di nava hejariyê de ne.