Bijîşkan çalakiya ‘Hûn nikarin birêve bibin, dimirin û em diqedin’ li dar xistin

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek navendan bijîşk û xebatkarên tenduristiyê ji bo hempîşeyên xwe yên ji koronayê dimirin û bi koronayê dikevin meşa “Hûn nikarin birêve bibin, dimirin û em diqedin” li dar xistin. 

Bi pêşengiya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ji bo balê bikişînin ser hejmara bijîşk û xebatkarên tenduristiyê yên bi koronayê dikevin û dimirin li gelek bajaran meşa bi dirûşma “Hûn nikarin birêve bibin, dimirin û em diqedin” hat lidarxistin. Li van navendan çalakiyên qûrdela reş, meş û rêzgirtin pêk hatin. 
 
Bijîşkên endamên Odeya Bijîşkan a Stenbolê, Seroka Odeyê Prof. Dr. Pinar Saîp û rêveberên odeyê di nav de xwestin ji Nexweşxaneya Zanîngeha Tibê ya Stenbolê heta Nexweşxaneya Hasekiyê meş l dar bixin. Polîsan bi hêceta “koronayê” ya qeymeqamiya Fatîhê meş asteng kirin. 
 
‘DIVÊ ŞERT ERIN BAŞKIRIN’ 
 
Ji ber meş hat astengkirin li ber Nexweşxaneya Zanîngeha Tibê ya Stenbolê daxuyanî hat dayîn. Prof. Dr. Pinar Saîp axivî û diyar kir ku çi dibe bila bibe divê şert û mercên bijîşk û tenduristvanan werin başkirin. 
 
DI 8 ROJAN DE 8 BIJÎŞK MIRIN E 
 
Rêvebera Odeya Bijîşkên Stenbolê Dr. Gunay Kiliç jî destnîşan kir ku lazime rastiya şewba vîrûsa koronayê were qebûlkirin û di 8 rojan de 8 bijîşkan jiyana xwe ji dest daye. 
 
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû. 
 
EDENE
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Edeneyê jî li ber Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê daxuyanî da çapemeniyê û xwest şert û mercên xebatkaran were başkirin û bihayê bi qasî mirovane were jiyankirin divê bidin xebatkaran.
 
ÊLIH 
 
Şaxa SES’ê ya Êlihê û Odeya Bijîşkan a Êlihê jî li avahiya Odeya Bijîşkan civîna çapemeniyê li dar xistin û bal kişandin ser şert û mercên bijîşk û xebatkarên tenduristiyê. Di civînê de pankarta “Hûn nikarin birêve bibin, em diqedin” daliqandin. Hevserokê Şaxa SES’ê Denîz Topkan daxuyanî da û diyar kir ku li Êlihê nêzî 700 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine û xwest rayedar berpirsiyariya xwe bînin cih. Topkan got rayedar pêvajoyê birêve nabin û ew vê hefteyê wek hefteya “hûn nikarin birêve bibin” dê çalakiyan li dar bixin. 
 
Li gelek bajarên din jî heman çalakî bi heman daxwazê hat birêvebirin.