Biryara karkeran a 'neçûyîna kar': Heger bivê wê bi mehan jî bidome

img
MÊRSÎN - Serokê GÎŞ-DER'ê Abdûlselam Kûtlû, anî ziman ku heger teklîfa wan a ji bo yewmiyeya karkeran diyar kirine neyê qebûlkirin, wê biryara wan a "neçûyîna kar" bi mehan bidome. 
 
Li herêma Çûkûrovayê komeleyên karkeran û Yekîtiya Îxracatvanan a Behra Spî (AKÎB) di warê yewmiyeya karkeran de hîn jî li hev nekirine. Li ser vê komeleyên karkeran jî bang li karkeran kirin ku "neçin kar". 
 
LI HEV NEKIRIN
 
Serokê Komeleya Karkerên Bêewleyî ya Mêrsînê (GÎŞ-DER) Abdûlselam Kûtlû, anî ziman ku wan û AKÎB'ê hevdîtin çêkiriye, lê belê der barê zemkirina sala 2020'an de li hev nekirine. Kûtlû, diyar kir ku niha yewmiyeya karkerên di karê narinciyeyê de dixbitin 80 TL ye û got, wan jî xwestiye yewmiye bibe 100 TL lê belê teklîfa wan nehatiye qebûlkirin. Kûtlû, bal kişand ser hevdîtina bi AKÎB'ê re û got: "Her sal di 5'ê meha Tebaxê de der barê yewmiyeyan de protokol tê çêkirin. DI dawiya her serdemê de protokol tê nûkirin. Lê me di civîna îsal de li hev nekir. Xwestin di ser bruta meaşê kêmtirîn re jis edî 15 zemekê bikin. ev ne rast e. Buruta meaşê kêmtirîn 2 hezar û 943 Tl ye. He rwiha 412 TL jî prîm e. 29.80 TL jî bac e. GEva hûn vê ehsab bikin, divê yewmiyeya karkerên narinciyeyê 112.80 TL be. Ev daxxwaza me nehat qebûlkirin." 
 
‘EM Ê BITÊKOŞIN' 
 
Kûtlû, diyar kir ku li herêmê hejmara karkerên narinciyeyê nêzî 100 hezarî ne û ji sedî 90 karkeran guh dane bangawaziya wan a "neçûyîna kar". 
 
Kûtlû got: "Heger îxracatvan di nêz de berisvê nedin û yewmiyeya ku em dixwazin nedin, wê çalakiya me dewam bike. Ji ber em xwedî li kedê derdikevin em bi vî awayî abng dikin."
 
Kûtlû, destnîşan kir ku heger yewmiyeya ku wan diyar kiriye neyê dayîn wê çalakiya wan 10-15 rojan, heta heger bivê wê bi mehan bidome.