ÎSÎG: Di meha Hezîranê de 188 karkeran jiyana xwe ji dest dan

img

STENBOL - Meclîsâ ÎSÎG’ê rapora xwe ya cînayetên karkeran a meha Hezîranê aşkere kir û diyar kir ku 188 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

 
 Meclîsa Tenduristî û Ewlekariya Kar a Karkeran a Stenbolê (ÎSÎG) rapora xwe ya cînayetên karkeran a meha Hezîranê aşkere kir. Li gorî raporê di meha Hezîranê de herî kêm 188 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di dewam raporê de wiha hat gotin: “Emê wejke Meclîsa ÎSÎG’ê têkoşîna xwe ya li dijî cînayetên karkeran dewam bikin.”
 
Derbarê cînayetên kar ên karkeran de, di raporê de ev agahî hatin parvekirin: “Ji 188 karkerên jiyana xwe ji dest dan 147 jê karmend û karkerên bimûçe, 41 jê karkerên dikandar û cotkarin.Ji karkerên mirin 4 jê jinin  Dîsa 8 zarokên karker jiyana xwe ji dest dan û ev mirinên zarokan di karê çandiniyê de rû dane.”